Derewên qeyûmê Şaxê

Qeyûmê Şaxê Hamza Turkmen got, ''Şaredariya DBP'ê 80 trîlyon deyn hişt''. Derkete holê ku ev gotina qeyûm derew e.

Qeyûmê Şaxê Hamza Turkmen ji beriya çûyinê bi 2 rojan dest bi derewan kir. Qeyûmê ku gotî dema şaredariya DBP'ê ''yek park jî nehatiye çêkirin'' navê Parka Tahir Elçî ya ku dema şaredariya DBP'ê hatî çêkirin, guherand û navê wê kire ''Korucu Alî Ogun''.

HEVŞAREDAR BERSIV DA

Hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartû got îdiaya qeyûm bi temamî derew e û û domand, ''Dema ku em hatin ser kar 52 dosyayên îcrayê hebûn. Me 13 trîlyon deyn dewr girtibû. Me hemû îcra dan, me deyn dan. Cara pêşî me park li navçeyê çêkir. Li gundên Şaxê me kevirê kilîd danîn. Me 160 rêyên zozanan çêkirin, me avahiyên xizmetê danîn, 6 mekîneyên kar me standin. Dema ku me deyn anîn 8 trîlyonî qeyûm hat. Me nikarîbû ji Benqeya Bajaran krediyê jî bistînin. Me ev deyn ji kê stand bila were bibêje.''

YEKŞEMÊ GEL WÊ BERSIVA QEYÛM BIDE

Bartû bi domdarî got, niha 80 trîlyon deynê şaredariyê heye, mifeştiş hatine, lêkolînên xwe kirine, deynê dema me diyar e.
Bartû her wiha go Yekşemê gel wê bersiva herî xweş bide qeyûm.