Derbarê 15 kesên li Wanê hatibûn destgîrkirin biryara nepeniyê

Li Wanê li dijî MEBYA-DER’ê lêpirsîn hatibû destpêkirin û 15 kes hatibûn destgîrkirin. Derbarê dosyeya 15 kesên hatibûn destgîrkirin biryara nepeniyê hate dayîn.

Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Wanê derbarê MEBYA-DER’ê lêpirsîn hatibû destpêkirin û di 19’ê Gulanê de polîsan girtibûn ser malan.

Di vê serdegirtinê de Hevseroka MEBYA-DER’ê Gulistan Onver, rêveberên komeleyê Emîne Şaybak, Ceyda Dîndar, Mahmût Dîndar, Cîhat Aksû, Cevdet Bîlekî û Îsa Demiragaç, Sureyya Azba, Azîze Oner, Nûhî Alici, Savaş Encu, Şevket Kaplan, Halîl Karakoç, Kamûran Çîftçî û Nebî Kaçak hatibûn destgîrkirin.

Hê îfadeya van kesan nehatiye destpêkirin û kesên hatine destgîrkirin bi ‘endamtiya rêxistinê” tên sûcdarkirin.

Kesên hatine destgîrkirin piştî biryara qedexeya bi hevdîtina bi parêzeran a ji bo 24 saetan, parêzer çûn serdana muwekîlên xwe.

Parêzeran diyar kirin derbarê dosyeya muwekîlên wan biryara nepeniyê hatiye dayîn. 

Hate ragihandin Hevseroka MEBYA-DER’ê Gulistan Onver nexweşiya tansiyonê pê re heye, carekê ji stûyê xwe û du caran jî pişta xwe emeliyat bûye. 

Malbata Onver diyar kir Gulistan Onver demeke dirêj li ser pêyan be an jî li ser paldankê rûnê wê rîska felçbûnê peyda bibe.