Demîrtaş: Tu girtî nebirine nexweşxaneyê

Demîrtaş: Tu girtî nebirine nexweşxaneyê

Hevserokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş nûçeya ku ragihand 5 girtiyên di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa D ya Amedê de birine nexweşxaneyê derewandû got: “Heta niha tu girtî ranekirine nexweşxaneyê.”

Selahattîn Demîrtaş, bi rêya hesabê xwe yê twitterê got: “Heta niha tu girtî ji girtîgeha Amedê nebirine nexweşxaneyê. Ambulans vala vegeriyane nexweşxaneyê. Heta niya tu mudaxeleya li hemberî girtîgeha Tîpa D ya Amedê çênebûye. Em tevî hevalên xwe van pêşketinan ji nêzîk ve dişopînin.”