Demîrtaş: Wê berdêla vê bidin

Endamê Komîteya Perwerdehiyê yê PKK’ê Demîrtaş got hilweşandina Heskîfê bi wan re kîneke bê sînor çêkiriye û got, ‘’wê berdêla ji bo wan pir giran be’’.

Nûrettîn Demîrtaş got, ‘’Ên ku bi mantiqa DAIŞ û Talîban êrîşê dibine ser vir û wir û Heskîfê xira dikin ji wan weye ku hesabê vê nayê pirsîn’ û got, ‘’mabetên wan ên hezar derî jî wê bi ser wan de bînin xwarê.’’

Endamê Komîteya Perwerdehiyê yê PKK’ê Nurettîn Demîrtaş hilweşandina Heskîfê ya bi destê faşîzma AKP-MHP’ê ji ANF’ê re nirxand. Demîrtaş diyar kir ku mirov tenê bi çand û dîrokê dikare hebe û îro bi êrîşa ser Heskîfê re ya rejîm qirker dixwazin civaka Kurd, bi dîrok û çanda wê bi giştî tine bikin. Demîrtaş bi bîr xirt ku ji mêj ve ye Heskîfê ji xwe re dikin hedef, gelek caran ew êşandine, li dijî vê li ber xwe daye û got: ‘’Hêrsa ku vê bi me e çêkirî pir mezin e, sînorên wê nîn in. Faşîzma AKP-MHP’ê wê berdêla vê pir mezin bidin. Helbet, ji bo ku wiha bi hovane êrîş dibine ser civak û çandê wê berdêla vê bi giranî bidin.’’

JI BO XWEDÎDERKETINA LI HESKÎFÊ

Demîrtaş got, ‘’Lê divê em jî bi civakî li dijî rejîma qirker xwedî li Heskîfê derkevin û vê weke parçeyek ji berxwedana giştî bibînin’. Demîrtaş got tenê bi xwezîncirkirina çend mirovên bihîstyar berxwedan çênabe û got: ‘’Belê, watedar e. Lê divê berxwedan bibe giştî. Ew ê poşmaniya wan dîmenên Heskîfê heta dawî wê bijîn. Dema ku civak kete tevgerê wê vê poşmaniyê bijîn. Em dikarin çalakiyên xwe têra xwe geş bikin. Em dikarin hêz û enerjiya ku faşîzmê têk bibe pêk bînin.’

MABEDÊN WAN WÊ BI SER WAN DE WERIN HILWEŞANDIN

Nûrettîn Demîrtaş got, ‘’Ên ku bi mantiqa DAIŞ û Talîban êrîşê dibine ser vir û wir û Heskîfê xira dikin ji wan weye ku hesabê vê nayê pirsîn’ û got, ‘’mabetên wan ên hezar derî jî wê bi ser wan de bînin xwarê. Helbet em ê li dîrokê, li civak û çandê xwedî derkevin. Heta dawiyê em ê hewl bidin wan bidin jiyîn. Êrîşên di şexê Heskîf û Sûrê de dikin, nîşana wê ye ku bi qirkirinê dixwazin gelê me tine bikin. Faşîzma AKP-MHP a wiha li pêşberî me ye ku ji keviran jî nefret dikin. Nefretê ji kevirên Kurd dikin. Faşîzmeke ku dixwaze van jî tine bike li pêşberî me ye lê bi wan kevirna em ê faşîzmê hilweşînin û şoreşê bikin.’’

NE TENÊ WATEYA WÊ YA SEMBOLÎK HEYE

Demîrtaş got bi kuştina mirovan û bi girtina wan, piştre bi qelskirina refleksa civakî êrîşeke bê ser û ber bi ser nirxên çandî û dîrokî de tînin û got: ‘’Ne tenê xwedî wateyeke xwe ya sembolîk jî heye. Yek jê dilê Amedê ye û ya dî jî li ser Deşta Dîclê yek ji wan mekanên herî dîrokî yê Kurdistanê ye. Li gel hemû zindiyên ku pê re dijîn dixwazin tine bikin.’’

BIHÎSTYARÎ DIVÊ PIR MEZIN BE

Endamê Komîteya Perwerdehiyê yê PKK’ê Nurettîn Demîrtaş got li dij vê divê helwest pir geş be û wiha domand: ‘’Divê bi milyonan kes bi carekê re tevbigerin û bersivê bidin. Ev dem, demên bihurî hatin jiyîn, em îro dikarin ya meztir bikin. Çalakiyên li dij faşîzmê yên domdar wê bi xwe re tevgerên mezin ên gel bînin. Niha dema wê ye ku hemû gel rabe ser piyan û ji vê hovîtiyê re bibêje bes e. Divê em karê xwe yê dî, meseleyên paş bihêlin û bibin yek. Wê demê wê bi milyonan kes rabin ser piyan.’’