Demir: Ya ku li min kirine dijminatiya li Kurdan e

Hamdîn Demir ku li Sakarya Tirkan êrîş bire ser wan got, ''Eva ku li me kirine rasterast dijminatiya li Kurdan. Beriya niha jî wiha kiribûn. Navê vê nîjatperestî ye.''

Duh malbata Demir ku ji bo bindeqa bidin hev ji Şemrexê ya Mêrdînê çûbûne Sakarya, duh êrîşa nîjatperest çû ser wan. Malbat her sal ji bo karê demsalî diçine aliyê Tirkan. 

'DIJÛN KIRIN, ME QEBÛL NEKIR'

Bav Hamdîn Demir ku ji ANF'ê re axivî got beriya bi 25 rojan ew çûbûne Sakaryayê û li ser êrîşa nîjatperest got, ''Duh saet 09.40'an êrîş anîne ser me. Ji malbata me 17 kes çûbûn xebatê. Ji zarokên me re gotine, ''seh'', 'kerî'' û ew kêm kirine. Yên me jî ev qebûl nekirine, helwest nîşan dane. Xwediyê erdan ev dijû kirine. Hem keda zarokên me dixwin û hem jî dijûnan dikin. Dijûnên pir xirabtir kirine. Ên me jî li ser vê gotine ew naxabitin, kar berdidin. Ên ku dema ku kar berdidin û diçin cihê ku lê dimînin pêşiya wan digirin.''

'BI BIVIRAN ÊRÎŞ ANÎN'

Demir got êrîşkar, ku xwediyê kar bûn, li gundên nêz jî geriyane û ji bo ku wan lînc bikin hewl dane. 

Demir wiha domand: ''Ji gundan jî hatine û rêya birî ne. Di dest hinan de bivir û tiştên wiha hebûne. Xwediyê kar ku xeber dane gundiyan gotine, ''di nav 5-10 deqeyan de ez ê we hemûyan bigurênim''. Zarokên me bi wesayitekê bi revî revî vegeri vegeriyane Şemrexê. Ciwanekî me bi giranî birîndarb ûye. Me îro ew bire nexweşxanê û rapor stand. Her wiha me ji bo keçên me yên biçûk jî rapor stand. Rewş fizîkî û derûnî ya keça me ya ku di dîmenena de şeqam lê dikeve ne baş e.''

'YA KU LI ME KIRINE DIJMINATIYA LI KURDAN E'

Demir bi berdewamî got ew ê sibe gilih bikin, wê îro gilih bikirana lê ji ber ku rewşa derûniya zarokan ne baş e taloqî sibe kirine û got, 'Tişta ku li me kirine dijminatiya li Kurdan e. Berê jî wiha êrîş anîne. Êrîşê tînin ser Kurdan tenê, tenê Kurdan lînç dikn. We rojekê dîtiye ku rojekê wiha li Tirkan kirine? Na. Navê vê nîjatperestî ye. Mînak li navê kampa ku karkerên demsalî li Sakarya lê kom dibin, kirine 'bazara kûçikan'. Mirov li ser vê dikar çi bibêje? Ne jandarma û ne jî polîs nebûye li wir. Ên me bi temamî bi derfetên xwe xilas bûne.''