Demê lêpirsîna 20 kesên li Xelfetiyê hatin destgîrkirin hate dirêjkirin

Demê lêpirsîna 20 kesên li Xelfetiyê bi êşkencekirinê hatin destgîrkirin hate dirêjkirin.

Li Gundê Dêrto yê Navçeya Xalfetiya Rihayê piştî di 18'ê Gulanê de şer rûdabû, polis û tîmên taybet bi ser Gundê Dêrto ya Xalfetî û Gundê Qoserê yê Hewagê de giribûn û 51 kes destgîrkiribûn. Welatî hem li mal û qereqola cendirmeyan û hem jî li şaxa TEM'ê rastî êşkenceyê hatibûn. Ji kesên ku hatribûn biçavkirin 3 jê zarok bi giştî 19 kes piştî ku derketin dadgehê, hatin berdan. Lê duh li taxa Qosar a navçeya Hewagê ya Rihayê 4 kesên din hatin destgîrkirin. Vegotinên parêzer û kesên hatin perdan û rapor û îfadeyên kesên destgîrkirî yên dan meqamên edlî, êşkenceya dema destgîrkirinê hatiye îsbat kirin.

Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê têkildarî kesên hatin destgîrkirin û êşkenceya li wan hatiye kirin daxuyaniyek nivîskî weşand. Baroyê di daxuyaniyê de anî ziman ku li gorî îfadeyên 9 kesên sewqî dadgeha Sulh Ceza ya Rihayê hatine kirin, ji bo êşkenceya li wan hatiye kirin bikin rapor xwestine wan sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) bikin û li şûna TEM'ê wan sewqî cihekî din bikin, lê heyetê ev daxwaza kesên hatine destgîrkirin red kiriye.

Baroyê da zanîn ku piştî lêpirsînê 3 jê zarok bi giştî 22 kes hatine berdan û 1 kes jî ji ber parvekirinên medya civakî hatiye girtin. Baroyê anî ziman ku dozgerê lêpirsînê derbarê 20 kesên di bin çavan de dirêj kiriye sewqî Dadgeha Sulh Ceza kiriye. Baroyê destnîşan kir ku li gorî îfadeyên 9 kesên ku li dageha Sulh Ceza îfade dane, rastî êşkenceyê hatine. Dîsa daxwazên kesên hatine destgîrkirin û êşkence lê hatine kirin sewqa ATK'ê û li dervê TEM'ê cihekî din hatiye redkirin û got: "Em wekî Navneda Mafên mirovan a Baroya Rihayê dê şopdarê vê mijarê bin."

Navê kesên hê destgîrkirî neû dema destgîrkirina wan hatine dirêjkirin wina ne: Celal Yildirim, Feyzullah Gul, Emîn Zencîrkiran, Fahrettin Alakuş, Celal Ercan, Ahmet Korkmaz, Mustafa Kahraman, Ugur Yildirim, Mustafa Yildirim, Cindî Zencirkıran, Fatma Alakuş, Zekî Alakuş, Gazaley Alakuş, Tacettin Gul, Abdullah Yildirim, Halil Zencirkıran, Guler Alakuş, Mehmet Alakuş, Mehmet Korkmaz.