Dema rawestandina weşana NRT TV hate dirêjkirin

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê, da xuyakirin ku bi rawestandina weşana NRT TV re 'rewş ber bi başiyê ve çûye' û ji ber vê yekê dema rawestandina weşana NRT TV dirêj kir.

Bi fermana Wezîrê Çand û Ciwanan ê Hikumeta Herêma Kurdistanê Xalîd Dûskî, hêzên asayîşê 19'ê Kanûnê avêtin ser avahiya NRT TV a navenda wê li Silêmanî ye. Bi vî rengî weşana NRT TV hate sekinandin.

Dema rawestandina weşana qenalê bi hefteyeke din hate dirêjkirin. Wezîrê Çand û Ciwanan ê Hikumeta Herêma Kurdistanê Xalîd Dûskî derbarê mijarê de daxuyaniyeke nû da û îdîa kir ku bi sekinandina weşana NRT TV re rewşa li herêmê 'ber bi başiyê ve çûye'.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo berjewendiyên giştî, ji bo ewlekariya jiyanê û ewlekariya saziyan, hikumeta Herêma Kurdistanê ji Dadgeha Giştî ya li Silêmanî xwest ku hefteyeke din NRT TV girtî bimîne. Li gorî qanûnan biryar hate dayin."