‘Dema ku em ji bo Cizîrê meşiyan CHP li gel me bimeşabûna!’

Hevseroka KCD Leyla Guven, bal kişand ser ‘Meşa Edaletê’ ya CHP’ê û got: “Edalet li Roboskiyê, di jêrzemînên hovitiyê de mir. Dema ku em ji bo Cizîrê meşiyan, CHP li gel me bi meşaba, îro em ê bi hev re li edaletê bigerabanan.”

Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya Ximên xwe Windakirî (MEYA-DER) a bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê (BHQ) hatiye girtin, bi malbatên zarokên wan di dema derketina qedexeya li ser gelek navçe û bajaran her wiha di xwerêveberiyê de hatin qetilkirin re di xwarina fitarê de kom bûn. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven, Serokwekîla Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulcîhan Şîmşek, hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gel hevserokên DBP’ê û rêveberan, Meclîsa Dayikên Aştiyê, li gel endamên Kongreya Îsam a Demokratîk (DÎK) bi hezaran kes beşdarî xwarina fitarê ya li Salona li Kaplan Cîtyê bûn. Dîsa malbatên kesên di êrîşa bombeyî ya HDP’ê ya 5’ê Hezîrana 2015’an de jiyana xwe ji dest dabûn û kesên birîndar filitîbûn jî amade bûn. Malbat ji aliyê Hevserokê MEYA-DER Hasan Pençe û siyasetmedaran ve hatin pêşwazîkirin.

Bi tijî bûna salonê re Pence her kes silav kir û qala girîngiya lihev kombûna malbatan kir. Piştre ji aliyê endamên DÎK’ê ve mewlûd hate xwendin.

Hevseroka KCD Leyla Guven a ku bang li nêzî hezar kesî kir, di destpêkê de kesên di şerê li herêmê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anî. Guven diyar kir ku Meha Remezanê meha aştî û piştgirîkirinê ye û got: “Mixabin, hikûmeta AKP’ê welat xiste vê rewşê ku; ti kes pirsa kesê nake. Her kesê para xwe ji zilma AKP’ê girtiye.”

‘EDALET LI ROBOSKIYÊ Û DI JÊRZEMÎNÊN HOVÎTIYÊ DE MIRIN’

Guven bal kişand ser ‘Meşa Edaletê’ ya CHP’ê ku piştî girtina parlementerê CHP’ê Enîs Berberoglû û got: “CHP li edaletê digere. Li Diyadînê edalet mir, Gelê Kurd baş dizane kengê edalet miriye. Edalet li Roboskiyê, li Kurdistanê di qetlîamên hatin kirin de mir. Herî dawî li Cizîrê di jêrzemînên hovitiyê de mir. Dema ku em ji bo Cizîrê meşiyan, CHP li gel me bimeşabûna, îro em ê bi hev re li edaletê bigerabûna. Dema ku me ji bo edaletê li ber xwe dida, me ti kes li gel xwe nedît.” bi van gotina CHP rexne kir.

‘NUQTEYA KU KURD BIGIHÊJE SERKEFTINÊ’

Guven a destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tenê edaleta AKP’ê heye, li dijî vê berxwedan û têkoşîna gelê Kurd heye. Guven binî xêz kir ku li Rojhilata Navîn gelê Kurd bûye hêza herî sereke û pêbawer û ev nirxandin kir: “ Gelê Kurd bi salan e, Remezanê û cejnan pêşwazî dike. Nuqteya ku îro gehiştiyê, nuqteya gihiştina serkeftinê ye. Li pêşiya me sed sal heye, em ê vê sed salê bi jiyana azad û azadiya rêbertiyê pêşwazî bikin. Bila ti gomana kesê ji vê nebe.”

 ‘PÊWÎSTIYA ME NE BI EDALETA AKP’Ê NE JÎ BI YA CHP’Ê HEYE’

Guven a ku bal kişand ser hilbijartina referandûmê ya Herêma Başûrê Kurdistanê wiha got: “Başûr diçe serxwebûnê, li ser seran û çavan. Serxwebûn mafê wan e. Li Rojhilat têkoşîn didome. Şoreşa Rojava pêk hat. Li Bakur jî xwerêveberiya demokratîk mîna şîrê dayikê helal e, nêz e. Çawa heta niha li gel malbatên xwe yên bi nirx li ber xwe dane, ji niha û pê ve jî bi heman biryardariyê jî berxwedanê bidomînin. Serkeftin nêz e, bila gomana ti kesê ji vê nebe. Kilîla sed salên li pêşiya me di destê me de ye. Pêwîstiya me ne bi edaleta AKP’ê û ne jî bi ya CHP’ê heye. Hêzê me heye ku em edaleta xwe pêk bînin.”