Dema destgîrkirina yên li Wanê hate dirêjkirin

Dema destgîrkirina 16 kesên di operasyona qirkirina siyasî ya li ser MEBYA DER’ê de hatibûn destgîrkirin, ji bo 4 rojan hate dirêjkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê li dijî Komeleya Piştevaniya Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA DER) lêpirsîn dabû destpêkirin. Di 19’ê Gulanê de 16 kes hatibûn destgîrkirin. 16’ê kesên îro ji Midûryeta Emniyetê ya Wanê sewqî edliyeyê kirin. Her 16’ê Kesên sewî Dadgeriya Sulh a Wanê hate kirin, dema destgîrkirina wan 4 roj din dirêj kirin.

Komeleya Ji Bo Hiqûqnasan Azadî (OHD) li ser malpera xwe ya înternetê daxuyanî da û got: “Divê dema destgîrkirinê ku gihaye asta êşkenceyê divê bê dawîkirin, divê tavilê muwekîlên me yên nexweş û kal jî di nav de bên azadkirin.

KESÊN HATINE DESTGÎRKIRIN

Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ne:

Di 19’ê Gulanê de ev kes hatibûn destgîrkirin, Hevseroka MEBYA-DER’ê Gulistan Onver, rêveberên komeleyê Ceyda Dîndar, Mahmût Dîndar, Cîhat Aksû, Cevdet Bîlekî û Îsa Demiragaç, Sureyya Azba, Azîze Oner, Nûhî Alici, Savaş Encu, Şevket Kaplan, Halîl Karakoç, Kamûran Çîftçî û Nebî Kaçak.