Delal Nûrhak li Mexmûrê hate bîranîn

Endama Konseya PAJK’ê û Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Delal Nûrhak a ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû li kampa penaberan a Mexmûrê hate bîranîn.

Li Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Memûr) Endama Meclîsa PAJK’ê û Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Delal Nûrhak (Esma Arat) ya ku di 13’ê Îlona sala 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li gel milîtana ciwan ya xeta azadiyê Zîlan Qamişlo ku di encama êrîşa hewayî de şehîd bibûn, hat bîranîn.

Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn axivî.

Nûran Sezgîn di destpêka axftina xwe de, di kesayeta Delal Nûrhak, Rojhat Karakoçan û Ebûzêd Dêrhînî de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîr anî û got: “Heval Delal Nûrhak bi zarokan re zarok bi mezinan re jî mezin bû, yanî xwedî kesayeteke rengîn bû. Di rêxistinê de xwedî kedeke berbiçav bû. Her wiha di nava rêxistinê de rêxistinbûyîna jinê, artêşbûyîna jin û partîbûna jinê kêlî bi kêlî dijiya. Dixwest zanabûna xwe bi civakê re parve bike.”

Piştî axaftinê li ser jiyan û têkoşîna 33’an salan ya Şehîd Delal Nûrhak sînevîzyonek hat nîşandan.

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azad’ bi dawî bû.