Defend Kurdistan li Derbendîxanê ye: Dijî sirûştê şer heye

Însiyatîfa Defend Kurdistanê ku ji bo êrîşên dagirker ên Tirk rawestîne û danûstandina nav rêxistinên Kurd geş bike hatî avakirin serdana Derbendîxanê kir, ziyana li ser sirûştê gotûbêj kir.

Însiyatîfa Defend Kurdistan (Kurdistanê Biparêze) serdana Derbendîxanê ya herêma Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê kir.

Endamê KNK'ê Dr. Hekîm û Midûrê Çanda Nahiyê Heme Salih pêşwazî li şandeya Defend Kurdistanê kirin.

Hekîm got şansek e ku êrîşên dagirker ji cihê cih werin dîtin û bi cîhanê re werin parvekirin. Hekîm her wiha li Hewlêrê astengkirna şandeyê şermezar kir.

Li ser navê şandeyê di axaftinan de di êrîşên ser Kurdistanê de ziyana li ser gel û sirûştê hate destnîşankirin û hate gotin parastina sirûştê peywirek e.

Şandeyê her wiha bi Rêxistina Sirûşta Kurdistanê re hevdîtinek kir. Piştî hevdîtinê Rêxistina Sirûştê rapora ku Hezîranê hazir kirî par ve kir.

Şandeyê her wiha ji rayedaran derheqê rêveberiya Îranê ku li bendava Derbendîxanê ava ser Zapa Biçûk qut kirî û bandorawê ya li ser herêmê agahî stand.

Di raporê de ya ku Rêxistina Sirûştê par ve kiriye derheqê ziyana li ser sirûştê ya ji ber êrîşên Tirk û Îranê agahî tê dayin. Di raporê de tê goitn şerê ku dewleta Tirk bi salan e dike her wiha şerê dijî sirûştê ye jî.

Di raporê de tê gotin artêşa Tirk li Kurdistanê qira sirûştê jî tîne, tê bibîrxistin ku 40 baregehên leşkerî yên Tirk li Başûrê Kurdistanê hene, li Başûr û li Rojava li cihên dagirkirî artêşa Tirk bi hezaran sûc dike û got, ''Ev artêşa dagirker bi dehan sal e bombe dike û ziyanê dide sirûştê.''

Li gorî raporê di nav 10 salan de 1,3 milyon donim daristan û raçînka nebatê hatiye tinekirin û 35 ji 100'î yê şewatan ji ber êrîşên Tirk û Îranê ne.

Li gorî raporê di bomberana 40 rojan a êrîşên dagirker ên Tirk de 7 gezar donim zeviyên çandiniyê şewitî ne, di 9 rojên pêşî yên êrîşan de li Kanî Masû û Avaşînê 1.300 kiwarên êşên hingiv hatine qelandin, li gundê Adnê ya Kanî Masî projeya avê hatiye hilweşandin.

Di raporê de her wiha hate gotin, ''Em bang li wan welatan dikin ku bi artêşa Tirkiyê re hevkariyê dikin, dawî li hevkariya xwe bînin.''