Dede: Di dema Soylû de êşkence bi raporan hate belgekirin

Umît Dede yê HDP'î bal kişand ser îdîayên Soylû ku digot, ji dema hatiye ser wezîfeyê û vir ve êşkence li kesî nehatiye kirin û got, "Dema ku 2 gundî ji helîkopterê hatin avêtin, gelo Soylû ne Wezîrê Karên Hundir bû?"

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede li ser daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû, ji ANF'ê re axivî.

Umît Dede anî ziman, ku Soylû li şûna bersivê bide îdîayên têkildarî wî têne kirin, qala çîroka jiyana xwe kiriye û got, "Îdîa kir ku di dema wî de êşkence nehatiye kirin, mirov nehatine kuştin, kes nehatiye revandin, kes nehatiye windakirin. Li gorî vê yekê jî îdîa kir ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî têkildarî Tiriyeyê ti rapor amade nekiriye. Lê belê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li malpera xwe raporên têkildarî Tirkiyeyê weşand û ragihand ku îdîayên Soylû derew e. Rapor hene ku nîşan didin li Tirkiyeyê bûyerên êşkenceyê gelekî diqewimin û mirov tên revandin.

Saziyên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê bûyerên êşkenceyê gelekî tespît dikin û parve dikin. Di dema wezaretiya Suleyman Soylû de gelek îdîayên li ser êşkenceyê hene. Bûyera helîkopterê ya li Wanê hîn di hiş û bîra raya giştî de ye. Di encama vê êşkenceyê de mirovekî me jiyana xw eji dest da. Baroya Rihayê ragihand ku li Xelfetî ya Rihayê êşkence li kesên hatine destgîrkirin hatiye kirin. Îdîayên Suleyman Soylû yên li ser 'nebûna' revandin û êşkenceyê, ji aiyê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ve hatin pûçkirin. Sala derbasbûyî 10 endamên navenda ciwanan a partiya me ji navenda bajêr hatin revandin û gef li wan hate xwarin. Hevalên me di vê derbarê de gilî kirin û lêpirsîn hîn jî dewam dike."

LI PÊŞ KAMERAYAN MIROV BI RENGEKÎ BÊDARAZ HATIN KUŞTIN

Umît Dede ragihand ku di salên 2000'î de jî, di dema Soylû de jî kuştinên kiryar nediyar û êşkence dewam kirin û got, "Li pêş kamerayan Tahîr Elçî hate kuştin lê kiryar hîn nehatiye dîtin. Di Newrozê de Kemal Kûrkût li pêş kamerayan hate qetilkirin, kiryar hîn nehatiye dîtin. Di salên 1990'î de Torosên spî bû, di salên 2000'î de bûn transporterên reş, tenê marka wesayitan guherî. Em şahidê van bûyeran e."

Umît Dede destnîşan kir ku divê dewlet rabirdûya xwe bibîne û hesabê wê bide.