DBP'ê çêkir, qeyûm jî kir malê xwe

Qeyûmê Wanê amadekariyan dike, ku otoparka ji aliyê Şaredariya DBP'yî ve hatiye çêkirin û ji çend qatan pêk tê, weke xizmeteke xwe veke. Qeyûm ji bo firotina otoparkê jî pêşkêş kir.

Otoparka li Wanê ku ji çend qatan pêk tê û 95 ji sedî ji aliyê Şardariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'yî ve hate çêkirin, weke 'xizmeteke' xwe dixwaze nîşan bide.

Otoparka li taxa Şerefiye ya navçeya Rêya Armûşê, ku di dema Şaredariya DBP'yî de hate çêkirin, ji 6 hezar û 682 metreçargoşeyan pêk tê û 424 wesayit dikarin lê park bikin. Tê payin ku ev otopark pirsgirêka parkê ya li Wanê kêm bike. Bi otoparkê re çav li rê ye ku pêşî li parkên li kolanên Cûmhûriyet û Kazim Karabekîrê bê girtin. Her wiha wê li kolanên navberê jî, rêya ji bo peyayan fireh bibe. Bi çend amadekariyên dawî wê park di meha pêş de bikeve xizmetê. Otoparka ji gelek qatan pêk tê, tevî ku erdhejê rû da û fîrmaya îhale girt bi xemsarî tevgeriya jî, heta sala 2016'an 95 ji sedî yê otoparkê qediya. Di dema karên dawî yên amadekirina otoparkê de, qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate tayinkirin. Qeyûmê ku çend karên biçûk kir, niha ji gel re dibêje "Ya ku şaredariya DBP'yî nekarî biqedîne me qedand" û dixwaze mîna 'xizmeteke' xwe pêşkêşî gelê Wanê bike.

Li gel vê nêzîkatiyê, qeyûm her wiha dixwaze otoparkê bifiroşe. Ne diyar e bê ev parka ji gelek qatan pêk tê pêşkêşî kê were kirin.

BOZBAY: PARSÊL PARSÊL DIFIROŞIN

Serokê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Cahît Bozbay li ser mijarê axivî û destnîşan kir, ku qeyûm bi polîtîkaya talanê re hewl dide hemû xizmetên şaredariyên DBP'yî tine bike û hin xizmetên Şaredariya DBP'yî jî weke xizmetên xwe pêşkêş dike.

Bozbay diyar kir, darbe li vîna gelê Wanê hatiye kirin û bi bîr xist, ku Wan bi karmendên ji derve ve hatine wezîfedarkirin tê birêvebirin. Bozbay got, "Karmendên mêtinger niha jî bi zîhniyeta mêtingeriyê Wanê parsêl bi parsêl difiroşin. Her tiştên gelê Wanê pêşkêş dikin. Otoparka navborî jî wê were pêşkêşkirin. Amadekariyan dike ku otoparka 95 ji sedî yê şaredariya me çêkiriye, weke xizmeta xwe nîşan bide û ji aliyekî ve hewl dide bifiroşe. Divê gelê me li ber pêkanînên qeyûm rabe."