DBP’ê Şêx Seîd û hevrêyên wî bi bîr anî

DBP’ê Şêx Seîd û hevrêyên wî bi bîr anî û diyar kir ku li ser Kurdan qetlîameke nû tê ferzkirin.

Navenda Giştî ya DBP’ê di salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevrêyên wî de yên ku di 29’ê Hezîrana 1925’an de li Deriyê Çiyê yê Amedê hatibû darvekirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 13’ê Sibata 1925’an de li Pîranê serhildanê dest pê kiriye û li gelek bajarên Kurdistanê belav bûye. Di daxuyaniyê de qala helwesta berxwedêr a Şêx Seîd û ya 47 hevrêyên wî hate kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin: “Ev serhildan bi qetlîamê hatiye tepisandin. Ji avabûna komarê û heta niha çareseriya pirsgirêkên ne bi rûbirû bêtir bi qetlîaman hatiye tepisandin û ji ber vê jî pirsgirêk mezin bûne û heta roja me hatine. Heta ku çareseriya pirsgirêkan di metodên demokratîk de lê neyên gerandin, wê li ser vê axê çareserî pêk neyê. Piştî Serhildana Şêx Seîd Kanûna Takrîr-i Sukun hatiye amadekirin û Kurd ji warên xwe hatine sirgunkirin. Qanûnên Takrîr-i Sukun û Dadgehên Îstîklalê ji bo Kurdan bûne tiştên mayînde. Polîtîkayên zext û zoran ên di salên pêşîn ên Komarê de piştre bûne daîmî.

Dewlet a niha jî li ser Kurdan qetlîameke nû ferz dike. Bi van êrişên li nav sînor û derveyî sînoran dewlet dixwaze encamekê bistîne. Ev feraset naxwaze hevrûyî qetlîama Şêx Seîd bibe û heta niha cihê gora wan jî eşkere nekiriye. Ji bo ku ev metodên bi şer werin terikandin em dixwazin metodên demokratîk werin esasgirtin û cihê goran were eşkerekirin. Di salvegera 96’emîn de em Şêx Seîd û 46 hevrêyên wî bi bîr tînin.”