Dayikên girtiyan: Heta ku tecrîd ranebe têkoşîn wê bidome!

Dayikên girtiyên ku di greva birçîbûn de ne li avahiya HDP’ê ya Navçeya Bahçelîevlerê lihev civiyan û peyam dan ku heta tecrîd bidawî nebe wê têkoşîna wan a li ber girtîgehan bidome.

Dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ne li avahya HDP’ê ya Navçeya Bahçelîevlerê lihev civiyan û peyam dan ku heta tecrîda Îmralî bidawî nebe wê têkoşîna wan bidome.

Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî beşdarî daxuyaniya dayikan bû.

Dayikên girtiyan ev 25 roj in ji bo balê bikêşin li ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya nobedê lidardixin û her car ji aliyê polîsan ve tê astengkirin.

Dayik Nesîbe Başaran ku du kurên wê Serhildan û Îdrîs Başaran di greva birçîbûnê de ne, axivî û got; “Ez dayika du girtiyên siyasî me. Yek li Girtîgeha Sîlîvrî û yê din jî di Girtîgeha Bûrsayê di greva birçîbûnê de ye. Heta ku daxuyaniyek diyar ya rakirina tecrîdê neyê wê zarokên me çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînin. Em dayik natirsin. Heta ku daxwazên me pêk neyên têkoşîna me wê bidome.”

Piştre daxuyaniya dayikan bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan’ û tilîliyan bidawî bû.