Dayikên Aştiyê piştgirî dan malbata Şenyaşar

Dayikên Aştiyê serdana Emîne û Ferît Şenyaşar kirin ku bi daxwaza "edaletê" 15 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobedê digirin.

Meclîsên Dayikên Aştiyê yên Riha û Amedê, Emîne Şenyaşar ku 15 roj in li ber Edliyeya Rihayê bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re bi daxwaza "Edaletê" nobedê digire ziyaret kirin û piştgirî dan wan. Ji ber şiliya li bajêr malbata Şenyaşar nobeda xwe li Avahiya Baroya Rihayê didomîne û serdana Dayikên Aştiyê jî li vir pêk hat.

Di serdanê de li ser navê dayikan Dayika Aştiyê Raîfe Ozbek axivî û diyar kir ku ew li cem Emîne Şenyaşar in û wiha got: "Li vî welatî heq, hiqûq û edalet nameye. Bila êdî kes nemire û zilm û heqaret li kesî nebe. Em îro hatin parvekirina êşa vê dayikê. Divê demildest daxwazên dayikê bên qebûlkirin. Bila ev neheqî bi dawî bibe. Wan kuşt ev hatin girtin. Ev ne heq e, bila daxwazên dayikên bên qebûlkirin."