Dayikên Aştiyê jî tevî malbata Şenyaşar ketin nobetê

Endamên Înîsîyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê tevlî Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar bûn.

Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizm û parêzvanên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hatibû kuştin tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû, çalakiya xwe ya nobetê didomînin. 

Çalakiya nobetê di roja 101’an de didome. Endamên Înîsîyatîfa Dayikên Aştiyê yên ji Stenbolê hatin wê îro tevî malbata Şenyaşar nobetê bigirin.

Endamên Înîsîyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û Hevseroka HDP’a Rihayê Çîgdem Karakeçîlî jî tevlî nobeta edaletê bûn.

Malbata Şenyaşar bi dowîzên ‘Em edaletê dixwazin’ Dayikên Aştiyê pêşwazî kirin. Emîne Şenyaşar ji dayikan re qala êrişê û bûyerên piştî êrişê kir.