Dayikan li Amedê ablûka şikandin û dest bi meşê kirin –HATE NÛKIRIN

Li Amedê malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de li dijî hemû astengkirinan, piştî çalakiya rûniştinê meşiyan.

Ji bo balkişandina grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê yên li girtîgehan, dayikên girtiyan 18 roj in li Parka Koşûyolû ya Amedê tên ba hev. Dayikan îro jî bi qasî saetekê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Polîsan dora dayikan girtin û nehiştin ku rojnameger wêneyan bigirin.

Dayikan li dijî astengkirinan sloganên ‘Wê heq, hiqûq û edalet ji zindanan were’ berz kirin.

Dayikên girtiyan piştî çalakiya rûniştinê ya bi qasî saetekê dest bi meşê kirin. Parlementerên HDP’ê Salîha Aydenîz, Semra Guzel, Hişyar Ozsoy, Remziye Tosûn û Mûsa Farisogûllari jî tevî dayikên girtiyan heta avahiya TÛAY-DER’ê meşiyan. Dayikên girtiyan di meşê de sloganên ‘Silav ji zindanan re’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ berz kirin.

Li ber avahiya TÛAY-DER’ê daxuyaniyeke kurt hate dayîn. Xezal Yildirim a ku dayika girtiyan e, got ku “Em naxwazin zarokên me bimirin. Em ji vir bang li Wezareta Edaletê dikin. Em dixwazin tecrîd were rakirin.”

Piştî daxuyaniyê malbatên girtiyan derbasî avahiya TÛAY-DER’ê bûn.