'Dayika min nikare li girtîgehê bimîne'

Keça girtiya bi nexweşiya giran Hanîfe Arslan a 76 salî Reyhan Oren anî ziman ku dayika wê ji ber nexweşiyê nikare li girtîgehê bê hiştin.

Girtiya bi nexweşiya giran Hanîfe Arslan di 1'ê Çileyê û 3'ê Çileyê de rakirin Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaş a Zanîngeya Yuzuncu Yil a Wanê.

Arslan ku diviyabû bi kontrola doktor û li nexweşxaneyê bihata dermankirin, piştî kontrolê yekser birin girtîgehyê. Hanîfe Arslan destpêkê sala 2017'an hate girtin. Piştî ku 9 mehan girtî ma, hate berdan. Dadgehê bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' 6 sal û 3 meh ceza lê birîn. Piştî ku ceza hate erêkirin di sala 2022'an de Hanîfe Arslan careke din hate girtin. Zêdeyî 21 meh in girtî ye.

GELEK NEXWEŞIYÊN WÊ HENE

Hanîfe Arslan ku 40 sal in nexweşa şekir e, her wiha nexweşiya hîpertansiyonê û apse jî pê re heye. Ji ber nexweşî û êşa li çokê nikare bimeşe. Wê dibin nexweşxaneyê, lê belê bêyî ku tedawî bikin li girtîgehê vedigerînin.

EM DIXWAZIN BI SAXÎ JI GIRTÎGEHÊ DERKEVE

Keça Arslan Reyhan Oren anî ziman ku yekane hewldan û armanca wan ew e ku dayika wê tavilê ji girtîgehê derkeve. Oren diyar kir ku ew dixwaze dayika wê li mala xwe bê dermankirin û got, "Di vî temenî de û bi van nexweşiyan gelekî zehmet e ku li girtîgehê bê hiştin. Em dixwazin dayika min bi saxî ji wir derkeve. Em dixwazin dayika min derman bikin û lê binerin. Nepêkane ku li girtîgehê bijî. Lênêrîna wê zehmet e, nikare li xwe binere. Êdî hêza dayika min nemaye ku îdare bike. Ji aliyê psîkolojîk ve jî di rewşeke xerab de ye, ji ber ku gelekî nexweş e."