Dayika Emîne hîn jî weke berê bi bawerî û îrade ye...

Di rojên giran ên şerê Kobanê de bi dengekî bilind diqîriya û di got, 'Em ê dest jê bernedin'... Dest jê bernede û li ber xwe da. Bi malbata xwe tevlî berxwedanê bû, xebitî û hewl da. Niha jî weke berê bi bawerî û îrade di nava şoreşê de cih digire.

Me ew di berxwedana Kobanê de nas kir. Her şer fermandarê xwe diafirîne. Di heman demê de lehengên ku navê wan zêde nayê zanîn diafirîne. Dayika Emîne jî yek ji wan lehengên şerê Kobanê ye.

Dema ku DAÎŞ kete nava bajêr û gelek cih bi dest xist, li ser sînor ji kamerayan re got, 'Em bernadin, em YPG û YPJ'ê bernadin. Heya dilopek xwîna me hebe, em li pey şopa wan in'.

Bi rastî jî dest jê berneda, li ser sînor li ber xwe da, li nava bajêr li ber xwe da, ji bo şervanên birîndar her roj xwarin çêkir û bû derman ji birînan re. Em ew her tim li ber tivikê didît. Her carê bi hêvî û bawerî moral dida me û ji bo şervanên ku ji wan re digot 'zarokên min e' xwarin çêdikir.

'EM LI CEM WAN E, EV TÊRA ME DIKE'

Dayika Emîne tevî hevser, zarok, bûk û neviya xwe ya sê mehî di nava bomberdûmanê de cihê xwe di nava berxwedanê de girt. Piştî 4 salan em diçin gundê Gabelekê yê li rojavayê Kobanê ji bo serdana wê.

Weke rojên herî zehmet û giran, dîsa bi bawerî û hêviyê me pêşwazî dike. Bi Dayika Emîne re em qala wan rojan dikin. Dayika Emîne êrîşên li dijî Kobanê weke 'Roja reş', berxwedana Kobanê jî weke 'rojên rûmetê' bi nav dike.

Dayika Emîne anî ziman ku beriya şerê Kobanê wan kêmcaran radihiçin çekê û piştî ku berxwedana bi pêşengiya YPG û YPJ'ê dîtin, biryar dan ku bidin dû zarokên xwe.

Dayika Emîne got, "Wan bedena xwe ji bo me dikirin sîper. Dema ku hovîtiya DAÎŞ'ê bi ser me ve dihat, her tiştên me li xwe helal kiribûn. Ji bilî YPG û YPJ'ê tiştekî me tine bû. Em wextekê li ser sînor man. Piştî ku şervanan parastina çend kolanan kirin, em hatin nava bajêr. Çi ji destê me hat, me hewl dan bikin. Em bi şervanên xwe re bûn, vê yekê têra me dikir."

'TIŞTEKÎ BI NAVÊ ZOR TINE BÛ'

Dayika Emîne ku di dema şer de li birîndaran dinerî, ji wan re xwarin çêdikir, kincên wan dişuşt û birînên wan dipêça, piştî demekê bang li bûka xwe kir ku derbasî Pirsûsê bûbû.

Bûka Dayika Emîne Hemîde bi pitika xwe ya sê mehî hat û li birîndaran nerî. Hemîde ji bo wê demê got, "Dema ew heval tên bîra min ez pir diêşim" û bi zehmetî jî be çend gotin anî ziman:

"Li cihê me lê bûn komek ji hevalan hebû. Hevalên Derwêş, Asmîn, Rojîn û Nûman hebûn. Min alîkarî dida wan. Baş nizanim bê tam çi dikirin, lê texmîn dikim ku mayin çêdikirin.

Ji ber ku pir diwestiyan, min dixwest alîkariyê bidim wan. Digotin, 'Zehmet e, tu nikare bike'. Min jî got, 'tiştekî zor nîne'. Wan jî bi kurê min ê 3 mehî Amed re dilîstin û heta ji destê min dihat min jî alîkarî dida wan."

'EM JI RÊBER APO HÊZA XWE DIGIRIN'

Dayika Emîne ku di dema şer de hevserê wê jî li eniyê bû, bi bîr xist ku piştî serketina Kobanê gelek bajarên Sûriyeyê hatin rizgarkirin û gotinê tîne ser Efrînê:

"Bila kêfa dijmin neyê. Nebêje ku 'me Efrîn stend'. Em ê Efrînê ti carî ji wan re nehêlin. Me hemûyan bikujin jî em ê Efrînê ji wan re nehêlin. Şevekê bi 72 balafiran bombeyan li Efrînê dibarîne û piştre dibêje 'min stend'. Bila qet kêfa wan neyê."

Dayika Emîne niha kurekî wê li nava YPG'ê, keça wê li nava Asayîşê, hevserê wê li pîşesaziya YPG'ê û ew bi xwe jî di nava karê HPC'ê de ye. Dema em jê dibirin bê vê hêza xwe ji ku digire, dibêje:

"Em ji felsefeya Rêber Apo hêza xwe digirin. Gotinên ku wî berî 20-25 salan ji me re got, ne tenê ket serê me, her wiha me li dilê xwe neqişand. Em hêza xwe ya herî mezin ji Rêber Apo digirin."