Dayik li Amedê li dijî tecrîdê meşiyan

Dayikên girtiyan li Amedê tevî dorpêça polîsan jî li dijî tecrîdê meşiyan û peyama ‘Em li pişt zarokên xwe ne’ dan.

Çalakiya rûniştinê ya li Parka Koşûyolû û derdorî wê ya dayik û xizmên girtiyan ji bo balê bikişînin ser grava birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdê hatibû destpêkirin 20 roj li pey xwe hişt. Dayikên tevî hemû astengiyên polîsan li pêşiya Kargeha Ard a berê hatin ba hev.

Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel û Mûsa Farisogûllari jî tevlî çalakiyê bûn.

Dayikên ku bi wesayîtên TOMA û zirxî hatin dorpêçkirin, rojnamevan bi qasî 30 metreyî ji qadê dûrxistin.

DAYIK TEVÎ DORPÊÇÊ MEŞIYAN

Dayikên girtiyan piştî çalakiya rûniştinê dorpêça polîs, wesayîtên zirxî TOMA şikandin û ber bi avahiya TÛAY-DER a li ser Rêya Pîşesaziyê ve ketin meşê. Dayikan di meşê de dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Zindanan’, ‘Amed nerazê xwedî li girtiyan derkevin’ û ‘Her der zindan her der berxwedan’ qîr kirin. Polîsan tevahî meşê gef li dayikan xwarin.

‘EM LI PEY ZAROKÊN XWE NE’

Dayikên ku li pêşiya avahiya TÛAY-DER’ê kom bûn, li pêşiya avahiyê daxuyanî dan. Dayika Zehra Şahîn ev got: “Dixwazin dayikan bitirsînin, lê dayik natirsin. Heta dawî em ê li pişt zarokên xwe bin. Cîhanê guh û çavên xwe girtine. Êdî çav û guhên xwe vekin. Zarokên me dimirin.

DAYIK LI LICÊ JÎ DI ÇALAKIYÊ DE BÛN

Dayikên girtiyan, li Parka Medenî Yildirim a Licê jî çalakiya xwe ya rûniştinê di roja 14’ê de jî domandin. Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziya Tosûn, Hevşaredarên Licê Rûken Yilmaz û Tarik Mercan li gel rêveberên HDP’ê tevlî çalakiyê bûn.

Dayikan dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’û ‘Bi berxwedanê em ê ser bikevin’ qîr kirin.

Tevî hemû astengiyên polîsan dayik û xizmên girtiyan li vir jî dest bi meşê kirin, meşa xwe li pêşiya avahiya HPG’ê ya navçeyê bi dawî kirin.