Dayik Şenyaşar: Yên ku li ber çavên min qetil kirin, serbest in

Dayik Emîne Şenyaşar got, "Hevserê min li pêş çavên min qetil kirin" û nerazîbûn nîşan da ku kujer serbest in.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, 93 roj in ji bo edaletê di nobedê de ne. Dayik û kur ji ber ku bi telefonê bi kurê xwe yê girtî Fadil Şenyaşar re axivîn, îro bi derengî dest bi çalakiyê kirin.

'LI PÊŞ ÇAVÊN MIN QETIL KIRIN'

Dayik Şenyaşar ku bi 20 deqeyan bi kurê xwe yê girtî re axivî, anî ziman ku kurê wê bal kişandiye ser şert û mercên girtîhiştinê. Emîne Şenyaşar got, "Mixabin, 3 sal in bi tena serê xwe li odeyekê tê hiştin. Ji malbata min 3 kes kuştin, yek jî xistin girtîgehê. Gelo we qet bihîstiye ku mirov li nexweşxaneyê hatine kuştin? Hevserê min li pêş çavên min qetil kirin. Serê wî eciqandin. Gelo ev edalet e? Nexweşxane bi şev boyax kirin û dîmen jî jê birin. Nexweşxane ji bo başkirina mirovan heye, ne ji bo kuştinê. Gelo ev edalet e? Kes komkujiyeke bi vî rengî nake. 3 meh in ez rûdinêm. Ez dixwazim kurê min bê berdan. Em esnaf bûn. Me çi anî serê kê? 3 meh in li vir im. Êdî çavên min nabînin. Em nikarin xwe li vê zilmê rabigirin. Gelo wekîltî kuştina mirovan e? Çima mehkeme nakin."

Li ser hesabê medya dîjîtal ê malbata Şenyaşar jî ev peyam hate parvekirin: "Têkoşîna me ya ji bo edaletê di roja 93'an de ye. Her roj em bi 40 kîlometreyî tên. Ev tehdeyê li me nake, me nabetilîne. Ya ku me dibetilîne û diêşîne ew e ku dadgerî xwe li ber daxwaza me ya edaletê kor, kerr dike."

Ji bo malbata ku li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe dewam dike, serdanên piştgiriyê jî dewam dikin. Ji rêveberiya Şaxê Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Civakî û Tenduristiyê (SES), parlamenterên HDP'ê Remziye Tosûn û Ayşe Surucu, dayikên Aştiyê serdana malbatê kir.