Daxwaza ji bo lêkolînkirina jêrzemînên li Cizîrê nehat qebûlkirin

Malbateke windayan xwest, jêrzemînên li Cizîrê werin lêkolînkirin. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya li Cizîrê ev daxwaz red kir.

Malbateke ku di dema qedexeyê de nekarî xwe bigihîne zaroka xwe ya li jêrzemînê asê maye, serî li Serdozgeriya Komarê ya li Cizîrê da. Serdozgeriyê bersiveke sosret da malbatê.

Malbata Yildiz, ji bo keça xwe Ferîde xwest lêkolîn bê kirin û serlêdan kir. Lê belê, bi hinceta ku 'xwîna daye li ya cenazeyan nayê' ev daxwaza malbatê hate redkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di dema qedexeya sêyemîn a derketina derve de, mirov ji bo xwe ji şer biparêzin ketibûn jêrzemînên avahiyan. Lê li 3 jêrzemînan bi dehan mirov hatibûn kuştin.

Yek ji van jî Ferîde Yildiz bû, ku di dema bûyerê de li jêrzemîna avahiyeke li kolana Bostanci asê ma û piştre agahî jê nehate girtin. Malbata Yildiz ji bo aqûbeta keça wan bê lêkolînkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya li Cizîrê da.

Dayik Feleknaz Yildiz got, dibe ku keça we Ferîde di dema şer de jiyana xwe ji dest da be, lewma xwîna xwe da û xwest, testa DNA'yê li cenazeyên ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê re hatine şandin, bê kirin.

Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê nivîsek ji Serdozgeriya Komarê re şand û got, 'xwîna Feleknaz Yildiz li ya cesedên ji Cizîrê hatine, nayê."

Malbatê ragihand, ku navê keça wan di nava lîsteyên mirovên li jêrzemînên li Cizîrê heye û serlêdana 'winda' li Serdozgeriya Komarê ya li Cizîrê kir û xwest, li herêma jêrzemîn lê ne, lêkolîn were kirin.

PÊWÎSTÎ BI LÊKOLÎNÊ NEDÎT
 
Lê belê Serdozgeriya Komarê ya li Cizîrê, di çarçoveya bersiva Saziya Tip a Edlî de, ku gotibû 'xwîna malbatê li ya cenazeyan nayê' biryar da ku pêwîstî bi lêkolînkirinê nîne û ji bo aqûbeta kesên winda li herêmê ti lêkolîn nekir.

Li înşaeta TOKÎ, ku li ser jêrzemînên Cizîrê dest pê kir, roja 7'ê Hezîranê cenazeyê mêrekî hate dîtin.

Wekî din, di 10'ê Hezîranê de 2 cenazeyên ji jêrzemînên li Cizîrê hatin derxistin û nayê zanîn bê kî ne, li goristana bêkesan a li taxa Yafesê hatin veşartin. Xebatkarên di înşaeta TOKÎ de dixebitin gotin, di dema kolandinê de bêhneke gelekî giran ji jêrzemînan hatiye.

'BILA ÎNŞAETA TOKÎ WERE SEKINANDIN Û LÊKOLÎN BÊ KIRIN'

Parêzer malbata Yildiz Gulşen Ozbek amadekariyan dike, ku ji bo bi her du cenazeyên li goristana bêkesan hatine veşartin testa DNA were kirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya li Cizîrê bide.

Ozbek anî ziman, di serlêdana ji bo Ferîde Yildiz de, aqûbeta wê bi têrkerî nehatiye lêkolînkirin û got, "Di dema kolandinên ji bo TOKÎ de cenaze derdikevin. Pêwîste înşaeta TOKÎ ya li herêma jêrzemîn lê bûn, tavilê bisekine û lêkolîneke berfireh were kirin."

Li herêma jêrzemînan, Serdozgeriya Komarê ya li Cizîrê piştî rakirina qedexeya derketina derve ti lêkolîn nekiribû. Ji 9 kesên ku tê zanîn li jêrzemînan bûn, hê jî agahî nayê girtin.

Wekî din, li Nisêbîn, Sûr û Cizîrê li herêmên şer lê qewimîn hê jî cenaze derdikevin.