Daxwaza gel zelal e, divê deriyê Imraliyê vebin

Hevseroka DBP'ê Salih Aydeniz li Newroza Wanê axivî, diyar kir daxwaza zindanan a tevahiya gel e û xwest ku tecrîda li Imraliyê demildest bi dawî bibe.

Newroza Wanê bi tevlêbûna bi sed hezaran kesî didome. Li qada Newrozê çepik, dirûşm, lîlandin nasekinn. Newroz bi axaftina Hevseroka DBP'ê Salih Aydenîz dom kir. Aydenîz bi rengekî bi coş hate pêşwazîkirin. Aydenîz di serê axaftina xwe de siyasetmedarên rehîn slav kir.

Aydeniz bi axaftina xwe de bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Li Tirkiyê îro tecrîdeke mitleq heye. Ev tecrîd di ser Rêzdar Ocalan re li hemû qadan didome. Tecrîd israra li ser polîtîkayên şer e. Ev tecrîd tinehesibandina gealn, rabûna li dijî vîna jiyana hevpar e. Ji ber vê demildest divê tecrîd rabe. Rêzdar Abdullah Ocalan di navbeyna salên 2013-1015'an de kengî axivîbe û fikrên wî li nav gel belav bûbûn civakê hilmek standiye. Dît ku tiyê aştiyê ne. Rêzdar Ocalan di pergala êşkenceyê ya Imraliyê de ku li cîhana mînaka wê nîne li ber xwe dide. Ji ber vê em dibêjin li vî gelî binerin û demildest tecrîdê rakin. Muxatabê aştiyê Imralî ye. Ji ber vê ji 27'ê Mijdarê û wir ve grêvên birçîbûnê didomin. Deriyên Imraliyê vekin.

Ji bo Tirkiyê û Rojhilata Navîn ê ku ji bo çareseriyê herî pir vînê nîşan dide Imralî ye. Daxwazê grêvkarên birçîbûnê daxwazên tevahiya gel in. Divê guh bidin girtiyên siyasî ku li girtîgehan ji bedena wan pê ve tiştekî wan nîne. Ev daxwaz ên me hemûyan in. Li hemû girtîgehan îro tehdeya dijmirovî, binpêkirina mafan heye. Ser mirovan tazî dikin û wan seh dikin .Azadî bi têkoşîna hevpar e. Li Tirkiyê tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bi dijminatî nêzî her tiştî dibe. Dijminatiya li Kurdan wê xilasiya we bîne.''