Daxuyaniya Koordînasyona YPS'ê ya li ser 15'ê Sibatê

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê: Em bang li gelê xwe dikin ku bi pêşengiya berxwedana Rêber Apo nasname, azadî û civakîbûna xwe biparêze.

Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de, di şexsê şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' de hemû şehîdên şoreşê bi rêzidarî û minetdarî hatin bîranîn.

Koordînasyona YPS'ê ragihand, komploya navneteweyî ku 9'ê Cotmeha 1998'an dest pê kir û 15'ê Sibata 1999'an bi dîlgirtina fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihaşt asta herî bilind, di şexsê Ocalan de komployek li dijî hemû dînamîkên berxwedanê yên serdemê ye.

YPS'ê diyar kir, berxwedana ku Rêberê Gelê Kurd li dijî vê komployê kir, bû bersiva giştî ya dînamîkên berxwedanê ya dîroka civakî. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi berxwedana Rêber Apo re komploger ji bingehê ve têk çûne û bi pêşengiya gelê me, hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê di rêya serketinê de dest bi meşeke xurt kirin."

Koordînasyonê destnîşan kir, rastiya gelekî welê derketiye holê ku bi sekna xwe ya xweparastinê, çarenûsa xwe ya bi rêya têkoşîna xwe ya bi rûmet xistiye destê xwe û di vê oxirê de şer dike.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ev sekn û rastiya ku duh li Cizîr, Sûr, Şirnex, Gever, Nisêbîn û Hezexê li dijî komploya qirker destanên afirîneriyê afirand, îro li Efrînê beşa serketinê ya vê destana afirîneriyê pêk tînin. Bi pêşengiya gelê Efrînê yê xwedî hişmendiya azadiyê, gelê Kurd û dostên wan îro bi berxwedana xwe tifaqa komploger ji hev xistine. Lewma Efrîn ji bo komplogeran bûye mahşer."

Koordînasyona YPS'ê diyar kir ku gelê Kurd bi taybetî ciwanên Kurd ên leheng, di şerekî mehşerê yê wiha de mîna beriya niha, divê ji niha û pê ve jî bi erk û berpirsyariya xwe rabin û cihê xwe di nava berxwedanê de bigirin.

Koordînasyonê da xuyakirin ku li dijî sîstema serdestiya Tirk a lenet lê hatî, wê li her kolan, tax, gund û bajarên welêt, berxwedan bê birêxistinkirin û ev yek wê wezîfeya sereke ya serketinê be.

Di daxuyaniyê de banga geşkirina berxwedanê hate kirin û hate gotin, "Em bang li gelê xwe dikin ku bi pêşengiya berxwedana Rêber Apo nasname, azadî û civakîbûna xwe biparêze. Parastina nasnameya azad a xwedispêre civakîbûnê wê bibe têkçûna dawî ya komployê û bibe rexneayina herî xurt a hevrêtiya kêmmayî ya rê li ber komployê vekir.

Di sala 20'an a komployê de em bang dikin ku bi şiyara 'Em hînî esareta Rêber Apo nebûn û em ê hîn nebin', 'Jiyanek bê Rêbertî nabe', 'Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e' li ser bingeha çalakî, hişmendî û nasnameya rêxistinbûyî têkoşîn bê geşkirin."