Li ser rêya Şengal û Nehiya Tilizêr doh 2 mirovên ji pêkhateya Ereb ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuştin.
Heman piştî bûyerê, Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê 4 kesên gumanbar girtin ku hate îdîakirin wan kesan kincê Asayîşa Êzidxanê li xwe kirine.
Fermandariya Asayîşa Êzidxanê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya Asayîşa Êzidxanê wiha ye:
"Di serî de em vê bûyera doh a li ser rêya Şengal û Nehiya Tilizêr şermezar dikin, ku di encamê de ji eşîra Şemir 2 welatiyên bi navê Saûd Minawer û Hemad Delî ji aliyê çend kesên çekdar ve hatin kuştin. Em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Kesên navborî ti eleqeya wan bi hêzên me re nîne û ne endamên Asayîşê ne. Li ser bûyerê 4 kes hatin girtin û di destê hêzên ewlekariyê yên Iraqê de ne. Em jî li gel wê yekê ne ku ev kes bên dadgehkirin û bên cezakirin."