Danişîna Rojnamevan Şahîn: 15 sala cezayê girtîgehê xwestin

Dadgeriya dewleta Tirk xwest heta 15 salan cezayê girtîgehê li rojnamevan Hatîce Şahîn bê birîn.

Danişîna doza ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokartik (KCD) de derbarê rojnamevan Hatîce Şahîn de bi îdîaay "endama rêxistina terorê ye" li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Li cihê Hatice Şahîn parêzerê wê Resûl Tamur tevlî danişînê bû.

Dozger bi îdîaya “endama rêxistina terorê ye” ji 7 sal û 6 meh heta 15 salan cezayê girtigehê xwest. Di heman demê de dozgeriyê xwest ku kontrola edlî ya li hemberî Şahîn dewam bike.

Dadgehê jî biryar da ku kontrola edlî dewam bike û doz ji bo 19'ê Îlonê taloq kir.