Danişîna nûçegihan Candemîr çêbû

Danişîna doza nûçegihan Oktay Candemîr ê ku ji ber xebatên xwe yên nûçegihanî dihate darizandin çêbû.


Danişîna nûçegihan Oktay Candemîr li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Wanê çêbû, ku ji ber parvekirinên wî yên medyaya sosyal bi îdîaya 'propagandaya rêxistinê kiriye'' doz lê hatibû vekirin. 

Candemîr têkilî wêneyên di dosyayê ku pê tê îdîakirin ''propangandaya rêxistinê kiriye'' got, ''Ew wêne di nav çarçoweya xebatên nûçegihaniyê de hatine girtin.''

Parêzerê Candemîr jî got beriya niha jî ji ber eynî parvekirinan doz lê hatiye vekirin û biryara berdana hatine dayin.

Dadgeha Tirk danişîn taloqî 23'yê Îlonê kir.