Danişîna Doza Medenî Yildirim taloq bû

Danişîna leşkerê Tirk Adem Çîftçî ku ji ber Medenî Yildirim qetil kirî dihate darizandin, hate taloqkirin.

Li taxa Hêzanê ya navçeya Licê ya Amedê 28'ê Hezîrana 2013'an dema protestoya qalekolê Medenî Yildirim ê 19 salî  ji hêla leşkerê Tirk ve hatibû qetilkirin. Danişîna dozê ya leşkerê Tirk Adem Çîftçî ku  ''bi kuştina bi qest'' dihate darizandin çêbû.

Li danişînê ya ku li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê pêk hatî, malbata Yildirim û parêzer hazir bûn. Bersûc Adem Çîftçî tevlî danişînê nebû. Parêzerê Çîftçî bi onlîne tevlî danişînê bû.

Ji bo diyarkirin çekên ku di kuştinê de hatine bikaranîn û bi kû ve reşandine diyar bibin piştî yên TRT'ê, TUBÎKAT, ATK'ê, bersiv neyênî ya ku ji Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU) hatî jî tevlî dosyaya dozê hate kirin.

Parêzerê Yildirim Serdar Çelebî got,''Weke ku di biryara îstînafê de jî hatiye diyarkirin standina vê raporê ji bo ser dosyayê were ronîkirin girîng e. Em dixwazin saziya ku we raporê tanzîm bike ji hêla dadgehê ve were tespîtkirin.''

Parêzerê leşkerê Tirk xwest ser dosyaya talîmatê were girtin.

Dadgehê li ser daxwaza ku dîmen ji ji kesên zana re werin şandin û rapor were hazikirin qebûl nekir, ji bo ku mutealaya dosyayê were hazirkirin biryar li ser da ku ji Dozgerê Komarê were şandin û danişîn taloqî 8'ê Tîrmehê kir.