DAIŞ'ê di destpêkê de derew lê kir, piştre ew recm kir

Piştî ku Minbic hat rizgarkirin, asta hovîtiya DAIŞ'ê ya li gel dikir jî hêdî hêdî eşkere bû.

Çeteyên DAIŞ'ê ku 2 salan Minbic dagr kiribûn, bi zilm, komkujî û îşkenceyê ket bîra mirovan. Piştî ku Minbic hat rizgarkirin, asta hovîtiya DAIŞ'ê ya li gel dikir jî hêdî hêdî eşkere bû.

Yek ji hovîtiya DAIŞ'ê li Minbicê kir, komkujiya recmkirina 6 jinan bû, ku li pêş çavên gel kir. Yek ji jinên hatin kuştin jî Zehra Eceylo ye, ku di sala 2015'an de li qiraxa çemê li bajêr hat recmkirin.

'GOTIN ÇEK LI MALA ME HEYE Û AVÊTIN SER MALÊ'

Xwişka Zehra Eceylo ya pê re hat girtin Radwa qala sedema girtina xwişka xwe û sûcê pê dihat tawanbarkirin kir: "Bi hinceta ku li mala me çek heye, çeteyan avêtin ser mala me. Li malê lêgerîn kirin, ser û bin kirin. Dema ji malê derketin, xwestin me jî bi xwe re bibe. Zehra got, 'Hûn çim ame dibin? Mafê we heye ku hûn bavêjin ser malê û me bibin?' Wan jî gotin, 'Pêwîstî bi belgeyê nîne, ji xwe dosya têkildarî we hatiye amadekirin'. Zehra careke din sedema vê pirsî, wan jî gotin, 'Tu baştir dizane'. Xwestin birayê Ridvan jî bi me re bibin. Xwişka min got, birayê nexweş e. Gotin, 'Divê ew jî bi me re were, em ê çend pirsan lê bikin û wî berdin'. Em her sê bi xwe re birin. Dema em çûn, mîna ku her tişt amadekirî bûn. Yekser dest bi lêpirsînê kirin. Piştî çend pirsan ez û Zehra xistin odeyeke din. Dest bi îşkenceya li Ridvan kirin. Heta ku ji ser hişê xwe çû. Danê sibehê doktor anîn. Qaşo wê di nava 3 rojan de berdana. Piştî 3 rojan em derxistin pêşberî 'dadger'. Gotin 'tenê dadger wê we bibîne û hûnê derkevin'. Li dosya me nerî û îdîayên bêbingeh kirin. Delîlê ti ji van tine bû. Li gorî xwe ceza li me birîn.

'DADGER XWEST EZ DEREWAN LI XWIŞKA XWE BIKIM'

Tevî ku ceza da 'dadger' got ew ê min berde. Lê belê bi şertê ku derewan li xwişka xwe ya mezin Zehra bikim. Di berdêla ku bêjim 'Zehra zîna kiriye' gotin wê min berdin. Min jî ji wan re got, 'ez ê derewan nekim, tiştekî bi vî rengî nîne'. Dixwestin bi kirina zînayê Zehra ceza bikin. Min jî ji wan pirsî 'hûn dikarin destê xwe deynin ser Quranê?' Wan jî gotin, ji bo wan negirîng e. Dema min qebûl nekir derewan bikim, salek ceza li min birîn. Zehra jî, berî bibin doktor û mûayene bikin, cezayê zînayê lê birîn. Min ji wan re got, 'qet nebe ji cîranên em bipirsin bê tiştekî bi vî rengî heye yan na. Eger tiştekî wiha hebe ji xwe wê bêjin'. Wan jî gotin, 'ji xwe yên ku li we dane cîranên we ne'. Dema em di zîndanê de bûn hatin Zehra birin. Min jî got, 'Tu yê rizgar bibe Zehra' û ez kêfxweş bûm. Piştre min qet ew nedît. Dema malbata min hat serdanê, min Zehra ji wan pirsî. Gotin 'Gelo hat berdan?' Gardiyanekî Tûnisî got, "Zehra wê êdî vegenere vê derê. Ew birine zîndaneke din.

'RADIGIHAND KU WÊ BIKIN'

Di zîndanên xwe de bi rengekî ji me re radigihand ku wê bikin. Gotibûn, wê roja Înê jinek û mêrek recm bikin.

Nizanim ji ber çi, lê saet derdora 1 yan jî 2'an hat  hişê min ku wê roja Înê jin û mêrekî recm bikin. Min dest bi bêhnkirina eşyayên Zehra kir. Gelek jinên extiyar ên mîna min bêguneh li zîndanê hebûn. Ji min pirsîn bê çima xemgîn im. Min jî got, 'Ez hîs dikim ku ez ê nema karibim xwişka xwe Zehra bibînim'. Min pişta xwe da bû dîwêr û kincên wê bêhn dikir. Bi vî awayî bi xew ve çûbûm. Di xewna min dengekî ji min re got, 'Redwa rabe Zehra hat. Di xewna min de Zehra hat û rûnişt. Ji min re got, wê îro saet di 2'an de min recm bikin. Li xwe û birayê min Ridvan miqate be. Xuya ye qedera min bi vî rengî ye.

'ZEHRA BI CÎRANÊ ME YÊ EW ÎXBAR KIR, RÛ BI RÛ KIRIN'

Dema Zehra birin zîndana din, bi cîranê me yê giliyê Zehra kiribû, rû bi rû kirine û jê re gotiye, 'Te dît min çawa bêvila te bi erdê re kişand? Wê îro te recm bikin'. Wê jî jê re got, 'Qet ne girîng e, ya girîng ew e ku ez bêguneh im'. Em vegerin xewna min; 'Min ji Zehra re got, di dema recmê de ez li wir bim'. Wê got, 'Na. Ji ber ku eger tu bibîne tu yê îdare neke û berî min bimire'. Dema Zehra di xewna min de çû, ez jî hişyar bûm. Bi hişyarbûnê re ez gêj bûm û ji ser hişê xwe çûm. Min rakirin nexweşxaneyê. 3 rojan di nexweşxaneyê de mam. Gardiyan Ebû Omer El Tûnsî ji me timî digot 'neheqî li vê malbatê hatiye kirin'. Yên din jî digotin, dadgeh çi biryarê bide ew e. Li nexweşxaneyê min ev axaftin dibihîst. Ji ber ku gardiyan ji doktor re qalê dikir. Digot, 'ji ber ku dadger aciz bû, ev ceza da wan'. Ji ber vê yekê hê bêhtir hêrs bûm.

'DAIŞ, JINAN MÎNA MALEKÎ DIBÎNE'

Piştî ku ji nexweşxaneyê derketim hinekî din baş nêzî min bûn. Piştre çend jinên Kurd ên Êzidî anîn cem me (Seba). Yek ji ducanî bû û kirin ku zarok ji ber biçe. Gelek jinên bi vî rengî hebûn. Jineke ciwan danîn û davêjin odeyekê. Yek bi yek diketin hundir û dest davêtin wê. Ji bo ducanî nebe, derman didan wan. Bi vî rengî nêzî jinên Êzidî dibûn. Mînak; yek ji wan jinan dema xizmet ji Mîr re dikir, dema mêvanekî mîr ew dieciband, radibûn ew didan Mîr. DAIŞ bi vî rengî nêzî jinên êsîr dibû.

Demeke kurt piştî recmkirina Zehra ez û birayê min Ridvan berdan. Piştî ku derketim min bihîst ku Zehra bi recmê hatiye kuştin. Lê ji xwe di xewna xwe de min ew dîtibû. Psîkolojiya min xera bû. Wextekê min tedawî dît, hê jî bandoreke giran a vê yekê li ser min heye. Ji ber ku bêguneh bû. Xwişka min a bêguhen bi recmê kuştin."

'NÎŞANÎ MIROVAN DIDAN'

Piştî ku Zehra li qiraxa çemekî Minbicê recm kirin, ew nixumandin û li cihekî nêz bendeke kontrolê çêkiribûn. Mirovên ji vê derê derbas dibûn, Zehra nîşanî wan didan. Yek ji kesên ji wir derbas bû, kurê kekê Zehra, Saîd Akîf e ku niha şervanê Şems Şemal e. Saîd anî ziman ku wî nizanîbû ya hatiye recmkirin metka wî ye û got, "Jineke recm kiribûn û nixumandibûn nîşanî mirovên di wir re derbas dibûn, didan. Ez jî hingî ji wir derbas bûm. Min sekinandin û nîşan dan. Min nizanîbû ku metka min e. Eger min zanîbûya, min ê ew zilam li wê derê bikuşta, piştre jî xwe bikuşta. Piştî ku ji wir çûm, pê hesiyam ku metka min e. Dema min bihîst ji malê derketim. Çûm cem Ebû Leyla û tevlî Şems Şemal bûm. Min xwest tola metka xwe û mirovên mîna wê bêguneh hilînim. Bi derxistina wan ji Minbicê me tola xwe hilanîn. Me tola metka min a hat recmkirin, jinên din ên mîna wê, tola mirovên dest û seriyê wan hatin jêkirin, tola mirovên gule li wan hat reşandin, hilanîn. Kêm jî be me êşa malbatan sivik kir."