DAIŞ'ê li Xurmatû êrîş kir -NÛ BÛ
Çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Xurmatû êrîşî nuqteyên kontrolê yên pêşmergeyan kirin. Di encamê de pêşmergeyekî bi navê Dara jiyana xwe ji dest da, pêşmergeyek jî birîndar bû.
Çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Xurmatû êrîşî nuqteyên kontrolê yên pêşmergeyan kirin. Di encamê de pêşmergeyekî bi navê Dara jiyana xwe ji dest da, pêşmergeyek jî birîndar bû.
Li herêma El Zerge ya li rojavayê bajarê Xurmatû yê Başûrê Kurdistanê, çeteyên DAIŞ'ê êrîşî nuqteyên nobedê yên pêşmergeyan kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, pêşmergeyekî bi navê Dara jiyana xwe ji dest daye, pêşmergeyek jî birîndar bûye ku birîna wî giran e.
Çavkaniyên pêşmergeyan ragihandin, ku êrîş hatiye şikandin.