DAIŞ'ê çi li Palmîra kir, AKP jî heman tiştî li Heskîfê dike

Dewleta Tirk, ji bo çêkirina bendavê, tehtekî mezin ê Keleha Heskîfê bi rêya dînamîtê teqand.

Li Heskîfa 12 hezar salî, ku wê ji be Bendava Ilisûyê di bin avê de bimîne, şikeft, keleh û kevirên lê yek bi yek tên hilweşandin.

Piştî hilweşandina herêma darphaneyê, ku bi makîneyên kar û dînamîtan hate xerakirin, vê carê jî tehtekî mezin ê li Keleha Heskîfê danê sibehê bi dînamîtan hate teqandin. Fîrmaya Ruzgar Endustriyel Dagcilik, ev 3 roj bû ku dînamît li nava vî tehtî bi cih dikir. Beşek ji vî tehtî hilweşiya û temamiya teht jî derizî.

Tê gotin, tehtê deriziye jî wê piştî cejnê bê teqandin. Şêniyên navçeyê bi rêya telefonên xwe dîmenê vê teqîna ku zerareke mezin daye derdorê, kişandin. Vê teqînê, hilweşandina bajarê antîk ê Sûriyeyê Palmîra bi destê DAIŞ'ê, anî bîra mirovan. Ku DAIŞ'ê jî bi heman rengî bi dînamîtan bajarê kevnare teqandibû.