DAIŞ'ê bi xwekujan êrîşî baregeha DYA kir

Çeteyên DAIŞ'ê, bi 4 êrîşkarên xwekuj êrîş birin ser baregeha leşkerî ya DYA'yê ya li navçeya Mexmûrê.

Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev êrîşî baregeha leşkerî ya DYA ya li navçeya Mexmûrê kir. Li gorî agahiyan, êrîş saet di navbera 02:00-03:00 de li hemberî baregeha leşkerî ya li bajarokê Karacê pêk hatiye.

Hat ragihandin, êrîş ji aliyê 4 kesan ve hatiye kirin û 2 ji êrîşkaran bombeyên li ser xwe pêçandî teqandine, 2 jî hatine kuştin. Tê gotin, ji ber êrîşê tiştek bi hêzên DYA'yî nehatiye.

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên sala 2014'an, DYA li Karacê baregeheke leşkerî ava kiribû.