Dahata Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji mezaxtina wê zêdetire

Endamê Lijneya Darayî ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Umer Gulpî ragihand ku dahata mehane ya Hikumeta Herêma Kurdistanê zêdetirî mezaxtina wê û dikare mûçe bê ku were kêmkirin, bê belavkirin.

Endamê Lijneya Darayî ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Umer Gulpî ku ser bi fraksiyoan Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê ye, li baregeha hizba xwe ya li Silêmaniyê, derbarê dahat û mezaxtina Hikumeta Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek çapemeniyê da.

Umer Gulpî destpêkê behsa dahata mehane ya Hikumeta Herêma Kurdistanê kir û got; “Her meh Hikumeta Herêma Kurdistanê ji firotina neftê, 570 milyar dînar bi dest dixe. Ev yek salê dike 6 tirilyon û 840 milyar dînar. Herwiha dahata mehane ya gumrik, bac û hevkariya hevpeyaman jî, 520 milyar dînare. Bi giştî dahata Herêma Kurdistanê salane dike 14 tirilyon û 80 milyar dînar.”

Umer diyar kir ku dahata mehane ya Herêma Kurdistanê 1 tirilyon û 90 milyar dînare, mezaxtina mehane ya muçeyê temam û wezaretan jî 995 milyar dînare. Gulpî anî ziman ku li gorî vê 95 milyar dînar ji dahata mehane ya herêmê, zêde dike û ji Hikumeta Herêmê re dimîne.

Li gorî parlamenter Gulpî Hikumeta Herêma Kurdistanê bi vê dahatê dikare mûçeyê karmendên herêmê bê ku bibire, belav bike. Umer got; “Ji ber dewamkirina gendelî û qaçaxçitiyê, hikumet nikare vê pêngavê biavêje.”