Dagirkerên xwestin têkevin tunelên şer ji ber berxwedana gerîlayan reviyan- NÛ BÛ

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker dema ku xwest li Girê Zendûra ya Metînayê têkeve tunelên şer, li hemberî berxwedana gerîlayan gelek alavên leşkerî li pey xwe hiştin û reviyan.

Fermandariya Cenga Xabûrê diyar kir ku îro di dahnê nîvro de piştî bomberdûmankirina giran a li ser tunelên şer ên Girê Zendûrayê, leşkerên Tirk ên dagirker xwestin saet di 13.00’an de têkevin tunelên şer.

Fermandariyê diyar kir di tunelê de di navbera gerîla û dagirkeran de şerekî giran çêbû, dagirkerên ku derbeke giran xwarin, neçar man ku ji tunelên şer derkevin.

Fermandariyê diyar kir ku dagirkeran gelek alavên leşkerî li pey xwe hiştine û reviyane.

Li gorî agahiyên dawîn herêm a niha tê bomberdûmankirin.