HPG: 14 dagirker hatin cezakirin, 6 dagirker birîndar bûn û 3 dron hatin xistin

Dewleta Tirk a dagirker a ku li hemberî çalakiyên bi bandor ên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bêçare maye sûcên şer dike û çekên kîmyewî bikar tîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got “Hêzên me yên li Qadên Berxwedanê tarza şerê tîmên gerîlayên gerok û tarza şerê çeper û tunelan bi taktîkên xurt pêk tîne. Hêzên me hesabên dagirkeran pûç dikin û li Qadên Berxwedanê înisîyatîf di destê hêzên me de ye. Artêşa Tirk a dagirker gelekî ditengije û li hemberî çeperên şer û tunelên gerîlayan çekên kîmyewî bi kar tîne. Dewleta Tirk her roj çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev êrişên bi çekên kîmyewî ne êrişên normal in û divê tu kes van êrişan tiştekî ji edetî nebînin. Divê vî sûcê şer normal neyê dîtin. Dewleta Tirk a dagirker çi bi kar bîne wê nikaribe berxwedana dîrokî ya gerîla û îradeya fedaî ya Apoyî bişkîne. Di 17’ê Gulanê de 44 caran li hemberî çeperên şer û tunelên li Qadên Berxwedanê çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Hêzên me li hemberî van êrişan li dagirkeran dane. Di çalakiyên hêzên me de 14 dagirker hatine cezakirin, 6 dagirker hatine birîndarkirin û 3 dron hatine xistin.

Agahiyên li ser çalakiyên gerîlayan wisa ne

LI HERÊMA AVAŞÎNÊ

Di 17’ê Nîsanê de saet di 12.00 û 14.05’an de dema ku dagirkeran xwestin Qada Berxwedanê ya Werxelê bi çekên kîmyewî bomberdûman bikin, hêzên me bi çekên giran û sabotajê li wan dan. Di van çalakiyan de dagirkerek hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn.

Ji ber çalakiyên xurt ên hêzên me, dagirkeran derbên giran xwarin û neçar man qedemeyekê vekişin. Dagirkeran Qada Berxwedanê ya Werxelê 15 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bomberdûman kirine.

LI HERÊMA ZAPÊ

Di 17’ê Gulanê de saet di 13.00’na de dagirkerên li dora çeperên şer ên Kevirêkun ê Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran du caran bûne hedefa hêzên me. Hêzên me bi sûîkastê li van dagirkeran dan û 2 dagirker ceza kirin.

Di 17’ê Gulanê de saet di 07.20’an de dagirkeran dema ku xwestin ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran werin, hêzên me ev dagirker xistin bin kontrolê, bi çekên ferdî û çekên giran li dagirkeran dan. Ji ber mudaxeleya xurt a hêzên me dagirker nekarîne bi pêş ve werin û qedemeyekê vekişiyane. Hêzên me li 2 dronên li ser qadê dane û ev dron xistine. Di dahnê nîvro de hêzên me bi çekên giran, sûîkastê û sê caran jî bi sabotajê li dagirkeran dan. Li vir 8 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker neçar ma ku êvarî mirî û birîndarên xwe bi helîkopterê ji qadê derxîne. Hêzên me li van helîkopteran jî dane û helîkopter neçar mane ji qadê derkevin.

Hêzên me li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran de bi ruhê milîtan ê Apoyî ev çalakiyên xurt li dar xistine. Di van çalakiyan de 10 dagirker hatine cezakirin, 3 dagirker birîndar bûne û li 2 dronan hate xistin.

Di 17’ê Gulanê di saet 09:30’an de hêzên me dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Hewrê yên li qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bûn kirin armanc û bi taktîkên sabotajê li wan dan. Di vê çalakiyê de teqemeniyên dagirkeran ên beriya niha ji aliyê hêzên me ve hatibûn desteserkirin, hatin bikaranîn. Di encama vê çalakiya afirîner de ku hêzên me çeka dijmin li hember dijmin bi kar anîne, 3 dagirker hatine cezakirin.

Di 17’ê Gulanê saet 12:10’an de dronek li qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye xistin.

Di 17’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker ku di encama çalakiyên bi bandor ên hêzên me de derb dixwe û nikare bi pêş ve biçe, çeperên şer ên Şehîd Hewrê û Şehîd Berxwedan ên Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn û çeperên Girê Cehenem ê girêdayî Qada Berxwedanê ya Çiyareş 29 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe kirin.

HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ BI DEHAN CARAN HAT BOMBEKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê û obusan Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.

Agahiyên derbarê êrîşan wiha ne:

Di 17’ê Gulanê de herêmên Çemço û Şikefta Birîndara yên Zapê 4 caran bi balafirên şer, Girê Amediye û Girê FM jî ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan hatiye bombekirin.

Di 17’ê Gulanê de Girê Hakkarî û Girê Ortê yên herêma Metîna bi obusên ji qereqolên li ser xeta sînor ve hatin avêtin û 6 caran bi balafirên şer ve hatine bombekirin.”