Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, di çarçoveya lêpirsîna li ser 'birîndarkirina' bi pihînan a Qeymeqamê Tirk ê li Qilabanê Naîf Yavûz de, 5 sal piştî bûyerê doz li Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu vekir.
Gilîname 5 roj piştî girtina Encu, ku di komkujiya Roboskî de birayê wî Serhat Encu û 9 xizmên wî hatin kuştin, di 9'ê Mijdara 2016'an de hat amadekirin. Ev gilîname ji aliyê 2. Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin.
Di gilînameyê de bi îdîaya 'pihîn li qeymeqam xistiye' dadgeriya Tirk dixwaze cezayê girtîngehê yê heta bi hetayê li Encu bê birîn.
Piştî komkujiya Roboskî, ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de 34 gundiyên Roboskî jiyana xwe ji dest dan, Qeymeqamê Tirk ê li Qilabanê Naîf Yavûz di 31'ê Kanûna 2011'an de çûbû 'serxweşiya gundiyan' û gundiyên Roboskî nerazîbûn nîşanî Yavûz da bûn.