Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, lêpirsîna der barê Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê di 4'ê Mijdara 2016'an de hat girtin de temam kir û gilîname amade kir.
Gilînameya ji 9 rûpelan pêk tê, ji aliyê 2. Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin. Di gilînameyê de Encu bi îdîayên "Rabûna li ber qanûna îdarî ya bajêr a bi hejmara 5442'yan", 2 caran "Birêvebirin û beşdarbûna civîn, meş û xwepêşandanên derqanûnî" û "Endamtiya Rêxistinê" tê sûcdarkirin û tê xwestin, 22 cezayê girtîgehê lê bê birîn.
Di gilînameyê de, di çarçoveya xebatên partiya siyasî de beşdarbûna li çalakiyên di navbera salên 2015-2016'an de, di dema qedexeyên derketina derve de çûyîna wî ya Silopiya û Hezexê, parvekirinên li ser hesabê Twitterê yê têkildarî binpêkirinên mafan ên li van navçeyan û li Şirnexê beşdarbûyîna daxuyaniya çapemeniyê ya têkildarî salvegera komkujiya Roboskî wek delîlên sûcî hatin nîşandan.
Malbatên Roboskî di 28'ê her mehê de li ber Walîtiya Şirnexê nobeta edaletê li dar dixin. Encu beşdarî nobedê bû û axivî. Di gilînameyê ev axaftina wî wek sûc hat nîşandan: "Hûn hemû dizanin, 2 sal berê wek rojeke niha ji ber çêkirina qereqolan protesto kir Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dabû û îro duyemîn salvegera mirina wî ye. Em li vir careke wê feraset û kesên ku li ser vê xakê me êşîne, li Rojhilata Navîn, li Rojavayê, li Kurdistanê û Tirkiyeyê kiryarên nediyar pêk tînin, komkujiyan pêk tînin, derhuqûqiyan dikin şermezar dikin."
Piştî şerê 25'ê Îlona 2015'an ê li navçeya Elkê ay Şirnexê, Encu di hesabê xwe yê Twitterê de ev parvekirin kiribûn: "Me îro kesên li Gundê Hîsarê yê Elkê di encama topên hewanê yên leşkeran de jiyana xwe ji dest dan definkirin." Gelê ber bi çiyayên Berçiyayê ve çû, ji bendên leşkeran derbas bû û ber bi herêma cenaze lê ne ve diçe" û "Em tevî gelê Elkê li cihên şer e. Gelê xwest cenazeyên xwe wergirin rastî mudaxileya leşkeran hatin." Her wiha di van parvekirinan de wêneyên wî jî hebûn û wek "Propagandaya rêxistinê" hatin hesibandin.
Beriya niha jî gilînameyek li dijî Encu hatibû amadekirin û di gilînameyan de daxwaza cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatibû birîn.