DAÎŞ'ê êrîşî nuqteya YBŞ'ê kir, êrîş hate têkbirin

Çeteyên DAÎŞ'ê danê sibehê êrîşî nuqteya YBŞ'ê ya li Medîbanê kirin. YBŞ'ê bi tundî bersiv da û di encamê de wesayiteke bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin û êrîş hate têkbirin.

Çeteyên DAÎŞ'ê li nêzî Gundê Hellûş ê bajarokê Medîbanê yê Şengalê, saet 05:45’an bi 4 wesayîtên bombe barkirî êrîşî nuqteya hêzên YBŞ'ê kirin.

Hêzên YBŞ'ê bersiv da çeteyên DAÎŞ'ê û şer derket. Di vî şerî de YBŞ'ê êrîş şikand.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin wergirtin, YBŞ'ê bersiveke tund daye çeteyên DAÎŞ'ê û wesayîteke wan a bombebarkirî rûxandiye û çeteyên din neçar mane paşde birevin.

Hê di derbarê kuştî û birîndaran de agiyeke zelal neketiye dest.