Colemêrg bi HDP'ê re bû yek

Colemêrg amade ye ku şaredariya xwe ya hatiye desteserkirin jinûve bi dest bixe. Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariyê Seher Kadîroglû Ataş got, "HDP û gel li vir bûye yek. Cudahî di navbera gel û HDP'ê de nîne."

Gelê Colemêrgê, di hilbijartinên xwecihî yên sala 2014'an de bi rêjeya 70 ji sedî dengê xwe dabû Partiya Herêman a Demokratîk (DBP). Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû û Nûrûllah Çîftçî dîl hatin girtin. Salan 2016'an jî qeyûm li Şaredariya Colemêrgê hate bicihkirin. Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Colemêrgê Seher Kadîroglû Ataş û Cîhan Karaman diyar kirin, gel wê bi rengekî xurt xwedî li îradeya xwe derkeve.

Sehet Kadîroglû Ataş got, "Li Colemêrgê tax, gund, kolan nemaye ku em neçûne serdana wan. Me esnafên xwe hemû ziyaret kir, bi saziyên civakî yên sivîl re civîn pêk anîn, serdana malan kirin. Bi pêşengiya jin û ciwanan em bi hemû hêza xwe xebitîn. Em êdî li benda 31'ê Adarê ne."

Seher Kadîroglû Ataş diyar kir, HDP û gel bûne yek û destnîşan kir, di navbera gel û HDP'ê de cudahiyek nîne. 

Ataş diyar kir, Şaredariya Colemêrgê ji aliyê qeyûm ve hatiye talan û wêrankirin û anî ziman, ji panelên enerjiyê heta sewalkarî û kooperatîfan wê gelek projeyan bixin meriyetê.

Namzeta Hevşaredariyê Kadîroglû Ataş bang li gelê Colemêrgê kir ku 31'ê Adarê biçe ser sindoqan, dengê xwe bide û xwedî li sindoqan derkeve.