Ciwanên welatparêz li Bradostê çalakiya mertalê zindî li dar dixin

Komeke ciwanên welatparêz û jinên ciwan ên welatparêz li herêma Bradostê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk  çalakiya mertalên zindî li dar xistin

Li Qendilê çalakiya Mertalên Zindî ya Komeleya Ciwanên Welatparêz ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dayîn destpêkirin, di roja 11’an de didome. Îro beşek ji ciwanên mertalên zindî ber bi herêma Bradostê ve ketin rê.

Nûçegihanê ajansa me niha li gel ciwan in û ev tişt ragihand; “Ciwan gihiştin herêma Bradostê û daxuyanî dan çapemeniyê. Lê ji ber pirsgirêka înternetê daxuyanî negişte ber destê me. Agahiyên berfireh ku gihiştin me, em ê parve bikin.”