Ciwanên Wanê dibêjin 'Na'

Xwendekar û Ciwanên Wanê, beriya referandûma 16’ê Nîsanê dengê xwe eşkere kirin û gotin, li dijî zilma Erdogan û AKP’ê, li dijî planên tinekirina gelê Kurd wê bibêje 'NA'.

Amedekariyên referandûma 16'ê Nîsanê didomin û tê payîn ku gelê Wanê bi dengekî ji sedî 85 di referandûmê de bibêje 'Na'. Xwendekar û Ciwanên Wanê, beriya referandûma 16’ê Nîsanê dengê xwe eşkere kirin. Xwendekar û Ciwanan gotin, ji bo careke din mîna li Cizîr, Gever, Nisêbîn û Sûrê komkujî neyê kirin, wê bi dengê herî xurt bibêjin 'Na'.

'JI BO KOMKUJÎ DUBARE NE BE, EM Ê BIBÊJIN 'NA'

Bedran Karayer: Weke Ciwanên Welatparêz û Sosyalîst em ê di referandûma 16’ê Nîsanê de bibêjin 'Na'. Ji ber komkujiyên li Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Farqîn û Geverê hatin kirin, em ê bibêjin 'Na'. Dixwazin kuştin û komkujiyan li Tirkiyeyê rewa bikin. Ji bo pêşeroja zarok, ciwan û jinan em ê bibêjin 'Na'. 'Na' wê bibe dengê hiqûq û edaletê.

'XWENDEKAR WÊ BI RUHÊ BERXWEDANÊ BIBÊJIN ‘NA’

Azad Gundogan: Em ê ji ber zext û polîtîkayên AKP’ê yên li dibistanan bi destê midûran pêk tîne, bêjin 'Na'. Weke xwendekarên Dibistana Amadeyî em dibêjîn 'Na'. Wê xwendekar û ciwanên Wanê bi ruhê berxwedan û têkoşînê, ji rejîma şexsî û faşîst re bibêjin 'Na'.

'BI RUHÊ BERXWEDANÊ YÊ MEHMET TÛNÇ Û ASYAYAN EM Ê BÊJIN 'NA'

Şiyar Kipçak: Em ji hemû kiryarên qirêj ên AKP'ê re dibêjin 'Na'. Eger em nebêjin 'Na', hingî em qirêjiyên AKP’ê erê dikin. Em ê bi ruhê berxwedanê yê Mehmet Tunç, Asya, Sêvê û Fatmayan bêjin 'Na'.

'JI BO EDALETÊ DENGÊ NA BIDIN' 

Gulîstan Orhan: Ji 7’ê Hezîranê heta niha polîtîkayek şer a kûr û qirêj li ser gelê Kurd tê meşandin. Hişmendiya şexsî li Kurdistanê îradeya gel xesp kir û îradeya gelan dîl girt. Li dijî zilma AKP’ê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê em ê bi dengê herî xurt bibêjin 'Na'. Li dijî hişmendiya şexsî û dîktatoriyê em dibêjin 'Na'. Wê dengê 'Na' bibe pêşeroje azad a Kurdistan û Tirkiyeyê. Ji bo maf û edaletê, ji bo rojên pêş ên azad, em ê dengê NA bidin.