Ciwanên Rojava serdana çalakvanên Mertalên Zindî kirin

Ciwanên Rojava, serdana çalakvanên Mertalên Zindî yên li Binarê Qendîl di çalakiyê de.

Çalakiya Mertalên Zindî ya Komeleya Ciwanên Welatparêz ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dayîn despêkirin di roja 9’an de berdewam dike. Her ku diçe piştgiriya ji bo ciwanan zêde dibe. Bi vê boneyê heyetekji ciwanên Rojava serdana çalakvanên Mertalên Zindî yên li Binarê Qendîlê kirin.

Ciwanan piştî serdanê daxuyaniyek çapemeniyê dan.

‘XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERBIKEVIN’

Li ser navê ciwanan Mistefa Hesen axivî û got; “Em ji bo ku piştgiriyê bidin hatin Qendîlê. Em berxwedana Xakurkê pîroz dikin.”

Hesen got: “ Erkê me ye ku em ji Rojavayê Kurdistanê piştgiriya parçeyên din ên Kurdistanê bikin. Pêwîste hemû gel piştgiriya berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta faşîst a Tirkiyeyê bikin.”