BI DÎMEN

Ciwanên Mexmûrê: Rêber Apo ji bo gelên li cîhanê jî bûye rêber

Ciwanên Wargeha Mexmûrê diyar kirin ku fikir û felsefeya Abdullah Ocalan li Kurdistan û cîhanê jiyanî bûye û gotin: “Bi saya Rêber Apo gelê Kurd bi çand û nasnameya xwe hesiya.”

4'Ê NÎSANÊ

Gelê Kurd 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Apo weke rojbûna xwe pênase dikin. Ji ber ku bi dayîkbûna Abdullah Ocalan re Kurdan êdî xwe nas kir û ji bo wê her sal vê rojê bi coş û kelecanek mezin pîroz dikin. Têkildarî roja 4’ê Nîsanê ango Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ANF’ê re axivîn û bang li tevahî gelê Kurd û gelên cîhanê kirin ku îsal bikin sala azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan.

‘FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER APO LI KURDISTAN Û CÎHANÊ JIYANÎ BÛYE’

Ciwana bi navê Zêrîn Nêrwehî di destpêka axaftina xwe de 4’ê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî gelê Kurd ê azadîxwaz pîroz kir û wiha peyîvî: “Beriya ku Rêber Apo derbikeve, Kurdistan di rewşa çar parçeyan de bû û zext û zordariyek mezin li ser gelê Kurd hebû. Bi derketina Rêbertî re êdî gelê Kurd di nava cîhanê de hat naskirin. Rêber Apo bi felsefe û îdeolojiya xwe ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê têkoşînekî bê hempa li dijî hemû desthilatdaran da destpêkirin. Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên li cîhanê jî bûye Rêber. Ji ber vê felsefe û îdeolojiya xwe ya heyî, Rêber Apo li Îmraliyê tê ragirtin. Her çiqas Rêber Apo li Îmraliyê girtî be jî, lê fikir û felsefeya Rêber Apo li Kurdistan û cîhanê jiyanî bûye. Ez bang li tevahî gelê Kurd û gelên cîhanê dikim ku îsal bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

‘BI SAYA RÊBER APO KURD BI ÇAND Û NETEWA XWE HESIYA’

Ciwanê binavê Serkan Bîlen jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Beriya ku Rêbertî derbikeve, gelê Kurd ji aliyê deshilatdaran ve ji Kurdbûna wan, çand û zimanê wan hatibûn dûrxistin û dixwestin bi zimanê xwe wan bi rêve bibin. Piştî derketina Rêber Apo ev yek dîsa li rastiya xwe vegeriya ango Kurd bi Kurdbûna xwe, çand û netewa xwe ve hîn zêdetir hatin girêdan. Bi saya Rêber Apo Kurd heta vê astê hatine.”

Serkan Bîlen di dawiya axaftinên xwe de ev bang kir: “Banga min ji bo hemû gelê Kurd ewe ku çalakiyên xwe hîn xurtir bikin ku îsal bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”