Ciwanên Kurd ber bi Leverkûsenê ve dimeşin

Meşa Dirêj a ciwanên Kurd, ku 11'ê Îlonê li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê dest pê kir, di roja çaran de ye. Ciwanên ku 70 kîlometre li pey xwe hiştin, ber bi bajarê Leverkûsenê ve dimeşin.

Çalakgerên Meşa Dirêj, ku danê sibehê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dusseldorfê li hev civiyan û bi rê ketin.

Ciwanên Kurd îro ber bi bajarê Leverkûsenê ve dimeşin. Meşa îro wê 30 kîlometre be.

Îro jî faşîstan êrîşî meşvanan kirin. Ciwan bi dirûşm û biryardariya xwe pêşî li her şêwe provokasyonan digirin.

CIWAN WÊ ÊVARÊ ŞEHÎDAN BI BÎR BÎNIN

Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad wê danê êvarê li Leverkûsenê şehîdên şoreşê Tîjda Ekecîk (Fatma Yagmûr) û Alî Çîçek (Xelîl Alyan) bi bîr bînin. Tê payin, çalakgerên meşa dirêj danê êvarê bigihêjin Leverkûsenê.