Nerazîbûnê welatiyên Başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmê her diçe zêde dibe. Li bajarê Kerkûkê endamên Komela Ciwan û komeke ji endamên saziyên civaka sivîl çalakiyek lidar xistin.
'BARZANÎ ÊRÎŞAN REWA DIKE'
Di çalakiyê de daxuyanî ji aliyê Hisên Sebah ve hate dayîn. Sebah derbaskirina leşkerên artêşa Tirk a sînorê Kurdistanê bibîr xist û got: “Artêşa Tirk a dagirker sînorên Başûrê Kurdistanê derbas kiriye û heta li gelek deveran bi cih bûne û amadekariyên êrîşan dike. Dewleta Tirk dixwaze li herêmê operasyonên dagirkeriyê bide kirin û xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike.”
Sebah bal kişand ser helwesta hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê û got: “Li dijî van hewldanên dewleta Tirk a faşîst a derbaskirina xaka başûr ne hikûmet û ne jî hikûmeta Navendî ya Iraqê bûye xwedî helwest. Li gel vê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniyên dan, da diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka başûr rewa bide nîşandane.”
Sebah bal kişand ser gotinên Barzanî û got: “Ev daxuyaniya hikûmetê weke endamekî dewleta Tirk a faşîst e. Em weke ciwanên Kerkûkê vê helwestê bêexlaqî pênase dikin û bi tundî şermezar dikin.”
JI BO IRAQÊ BANG
Herî dawî Hisên Sebah anî ziman ku ev êrîş dij mafê mirovan e, bêdengî û erêkirina hêzên navneteweyî ya ji bo van êrîşan qirker ên dewleta Tirk ne cihê erêkirinê ye. Sebah bang li Serokkomarê Iraq û Parlemetoya Iraqê kir ku rê nede sînorê xaka wan bê derbaskirin û bixin rojeva parlementoyê.