Ciwanên Kerkûk: Armanca êrîşan dagirkeriya Başûr e

Ciwanên Kerkûkê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê ya Tirkiye ya li Başûrê Kurdistanê û anî ziman armanca êrîşan dagirkeriye û bang li her kesê kir ku piştgiriya hêzên gerîla bikin.

Piştî êrîşên 23’yê Nîsanê û vir ve ya li ser deverên Avaşîn, Metîna û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê û şûnde bi taybet li Kurdistanê ji her beşê civakê nerazîbûn bilind dibe. Ciwanên Kerkûkê bal kişand ser metirsiya êrîşên dewleta Tirk û armancê wê yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê. Ciwanan piştevaniya xwe ya ji bo berxwedana gerîla anî ziman.

‘SERKETINA TIRKIYE YA JI OPERASYONÊ WATE, DESTPÊKA DAGIRKIRINA BAŞÛR E’

Ciwanê bi navê Soran Serdar bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û got: “Armaca operasyona dagirkeriya Tirk ne tenê aliyekê têk bibe, armanc dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ye. Serketina Tirkiye ya ji operasyonê tê wateya destpêkirina temamî xaka Başûrê Kurdistanê.”

‘GERÎLA YEKAN E HÊZA PARASTINA KURDISTANÊ YE’

Serdar piştgiriya xwe ya ji bo berxwedan û hêza gerîla anî ziman û got: “Yekane hêza bi temamî Kurdistanê ji hemû êrîş û dagirkeriyê diparêze hêza gerîla ye. Berxwedana gerîla niha li çiyayên azad dide, rêgiriya herî mezine ji bo êrîş û dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê ye.”

‘ARMANC NE TINEKIRINA HÊZEKE KURDÎ, DAGIRKRIIN E’

Ciwanê din ê bi navê Helgurd Ebdulkerîm jî êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Herêmên Parastina Medya û Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: “Tirkiye ji bo Başûrê Kurdistanê dagir bike, hêzeke Kurdî ya parastina xak û niştimanê dike, kiriye hincet. Lê armanca esasî ya van operasyonan dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye ne tinekirina hêzekê ye.”

‘PIŞTGIRÎ BIDIN GERÎLA’

Ebdulkerîm diyar kir ku Tirkiye bi van operasyonan dixwaze vegere sînorê xwe yê Mîsaqî Mîllî û ew jî dagirkirina Mûsil û Kerkûkê ye. Ebdûlkerîm got: “Ji bo ev yek pêk neyê gerîla li ber xwe dide, em jî piştgiriya wan dikin.”

Herî dawî Ebdulkerîm bal kişand ser bêdengiya hêzên başûr û wiha domand: “Tirkiye hemû çekên qedexe û dermirovî bikar tîne, li beramberî vê di serî de hêzên navneteweyî û hêzên Başûr bêdeng in. Ji bo wê yek ku divê em xeterî û metirsiya van êrîşan bibînin.Daxwaz ji hemû aliyên Kurd dikin ku li dijî êrîşên dijmin piştgirî bidin gerîla û dev ji berjenwendiyên hîzbî berdin û rêya Kurdayetiyê esas bigirin.”