Ciwanên HDP’î serdana malbata Şenyaşar kirin

Ciwanên HDP’î ji bo destekê bidin, serdana Malbata Şenyaşar kirin û peyama ‘Ev doza me tevan e’ dan.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji malbata wan 3 kes ji hêla wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî ve hatin kuştin ev 78 roj in çalakiya nobedê digirin. 

Ciwanên zanîngehê yên endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Malbata Şenyaşar a li ber edliyeyê di nobedê de ne kir. Dayika Emîn û kurê wê Ferît Şenyaşar bi pankarta ‘Edaletê dixwazin’ pêşwazî li ciwanan kirin.

Dayika Emîne Şenyaşar spasiya ciwanan kir ku destek da wan û bûyerên roja êrîşê vegot.

Li ser navê ciwanan Zîlan Guleser daxuyaniyek da û diyar kir ku malbata Şenyaşar ji aliyê parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û parêzvanên wî ve hatine qetilkirin û ev yek jî bi destê AKP’ê hate rêxistinkirin.

 Guleser got: “Êrîşa li ser malbata Şenyaşar bi awayê topyekûn li ser civakê ye. Doza malbata Şenyaşar, doza me tevan a edaletê ye.”

Guleser bang li her kesê kir ku dengê edaletê yê malbata Şenyaşar bilind bike û li her derê xwedî lê derkevin.

Ferît Şenyaşar spasiya ciwanan kir û got: “Em ji bo siberojeke hê baştir ji bo we ciwanan bihêlin li vir in. Bê edaletî li me hate kirin, ji bo zarok û ciwanên li pey me tên bê edaletî lê neyê kirin, têkoşînê dikin. Em ê li ber xwe bidin, bi berxwedanê li ser piyan bimînin. Dixwazin piştevanî mezin bibe.”

Piştî demekê ciwan li gel malbatê man û piştî veqetiyan, polîsan nasnameyên wan di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin . Polîsan ji ciwanên demek dirêj li ber germaniya rojê hiştin pirsên mîna ‘Hûn ji aliyê kê ve hatin şandin?, Çima hatine Rihayê’ pirsîn.”