Ciwanên HDP’î piştgirî dan malbata Şenyaşar

Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê, serdana malbata Şenyaşar a nêzî 3 mehe li Rihayê di nobeda edaletê de ye, kirin.

Çalakiya nobeda edaletê ya Emîne Şenyaşar a sala 2018’an hevjînê wê û du kurê wê ji aliyê parêzvan û nasên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û Ferît Şenyaşar dewam dike.

Di roja 85’an a nobeda li ber derê Edliyeya Rihayê de, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê serdana malbatê kirin.

Dayika Şenyaşar di serdana piştevaniyê de êrîşên li ser wan û têkoşîna ji bo edaletê dide vegot.

Endamê Ciwanên HDP’î Adem Yilmaz jî diyar kir ku li kîjan cihî zordarî û zilm hebe wê li wir bin. Yilmaz got heta dawî wê li gel têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar bin.