Ciwanên Fransayî destekê didine Qendîlê

Ciwanên enternasyonalîst ên Fransayî ji bo ku destekê bidine çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê ji Parîsê hatin.

Gelê Başûr û Tevgera Ciwanên Welatparêz li dijî hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê 8’ê Hezîranê çalakiya mertalên zindî dabûne destpêkirin. Ji qada navnetewî jî destek ji bo vê çalakiya mertalên zindî hate nişandan. Komek ji ciwanên Fransayî ji bo ku destekê bidine çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê ji Parîsê hatin. Ciwanên Fransiz beriya ku ber bi Qendîlê ve bidin rê bang li rêxistinên mafê mirovan ên Ewropayê û bang li hemû alîgirên azadiyê kirin ku li dijî dagirkeriyê tevbigerin.

‘BILA HER KES WERE QENDÎLÊ’

Yek ji ciwana nav komê Elîsa Îcha got ew ji bo ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Qendîlê raweste hatiye Kurdistanê. Îcha got ew enternyanalîsteke Fransayî ye û domand: ‘’Ji bo ku bi navê Qendîlê Kurdistanê dagir bikin ev êrîş dane destpêkirin. Êrîşên hovane dibine ser Qendîlê. Dewleta Tirk dixwaze hemû xak û welatê Kurdan ji wan bistîne. Ez bang li hemû alîgirên azadiyê dikim ku li dijî vê dagirkeriyê rawestin. Ez bang li her kesî dikim ku li dijî vê dagirkeriyê werin Kurdistanê.’’

‘EM KURDAN LI DIJÎ FAŞÎZMÊ TENÊ NEHÊLIN’

Mathîs ê enternyonalîst û 29 salî ku ji Parîsê hatî, got wî Kurd sala 2013’an dema ku sê jinên Kurd li Parîsê hatin kuştin nas kirine û ji wê demê ve dêhna xwe daye ser doza Kurdan. Mathîs got rejîma Erdogan-AKP piştî komkujiya Parîsê 2015’an li Cizîr, Sûr, Nisêbînê êrîş bi ser Kurdan de biriye û got: ‘’Bajar hilweşandin û şewitandin. Mirov bi saxî li jêrzemînan şewitandin. Rejîma faşîst a Erdogan destpêka vê salê eriş bire ser Efrînê. Niha jî dixwaze êrîş bibe ser Başûr û Qendilê. Ez ji bo ku li dijî van êrîşan rawestim û berevaniyê li Kurdan bikim ji Parîsê hatim. Ez bang li parêzvanên mafê mirovan, dij faşîst û dij dagirkeran dikim ku em nehêlin ku welatê civakekê were dagirkirin û mirov werin kuştin. Ez bang li mirovên Ewropa dikim: Fermo, werin em li dij vê komkujî û dagirkeriyê rawestin. Heke hûn nikarin werin li cihê ku hûn lê ne li dijî dagirkeriyê rawestin. Divê Kurd li dijî faşîzmê tenê neyên hiştin, tişta ku ji dest me tê em texsîr nekin.’’